Di dema dawîn de û nêzîk .. helbestvan û nivîskarê şanoyî (Dilêrê Kurd) , berhevoka xweyî helbestî çap kir .. bi navê (ALAV) , û ev dibe ya çaran ji berhemên wî yên çap kirî , û wek tê nasîn helbestvanê me helbesta kevneşop dinivîse , lê vê carê azadî da pênûsa xwe û ser bi xwe kir , û pênûsa wî jî xwe kêm ne kir û helbesta nûjen hilbijart .. û kir piroje ji vê pirtûkê re , û ji ber şanoyê jî dinivîse .. em dibînin di helbestên wî de , wek li ser depê şanoyê be û bi rola xwe dilîze , çindikan û çerefîtan dide .. Ger ez bimrim .
Min veşêrin li gundê min .
Raser xanî û mala min .
Nêzîk bav û dayik û bira û xwîşka min .
Li bin siha dara jiyana gelê min .
Heger bû pirsiyan li min .
Bêjin .
Dilêr bû .
Têkoşer bû .
Kelem bû di çavê dijmin .
Wê çaxê nû wê gundiyêd min şiyar bin .
Nû guhdar bin li dengê min .
Bi pêdarî .
Wê bêjin gotar û şano û ristêd min .
Bidin ser şop û rêça min .
Zê jî gorî û xelat bim .
Bo Kurd û Kurdistana min .
Û dibêjim ev pirtûk çilo be .. herî gavek fireh û rast û duriste , û Dilêrê Kurd ji kesên giran buha ye, û xwedî behremendiyek mezine .. di helbesta Kurdî de û di şanoyê de jî , dest sax be hozanvano .. û supas ji te re şanovano , û serkeftin bo te û pêşve her û bê veger …
Rojnamevana Kurd .. Hemrîn Ehmed
Qamişlo

Şîrove (0)