Em ..û aloziya rêveberiyê

Xelîl kal 

 Eger mirovekî yan jî komek ji mirvan xwe dîtin bê berhem , windane û şexsîyet , nikarin xwe birêvebibin û bê rêzin .li gorî pêwistiyên jiyana sirûştî û hoyên hebûna xwe nikare  xwe biparêze ,wê demê zanibe ku ew koma mirovan bê rêvebiriye yan jî di aloziyê deye .bi kurtî em dikarin bibêjin ku niha û di van demên mêjûyî de em bê rêberin ,bê helwest û tevgereke giştîne li gorî bizava ku li cada erebî ya sûrî dibe .û kesek nikare bibêje ev diyarde û alozî nîne yan bikaribe jê bazbide ji bilê yên ew bi xwe dixwazin rewş bivî awayî derbasbibe.
 li gorî rewşa em têde derbasdibin em kurd çi  dikarin û çi dixwazin..?  û çi encamê emê wergirin dema rewşa me bi vî şeweyî ye..? gelo em hişyarin di hilbijartina yê me birêvedibin ..? yan ji em ne azadin û ne ser kêfa meye. ka bere çi kesayetiya bijartî û rêvebir li şûna şexsîyeta aloz be ..? û bere ew şexsîyeta en dixwazin çawa bifire û astê çanda wê çi be..? xwedî ramanên biyanîbe yan behirmend be heta karibe mêjiyê mirovên kurd rîzgarbike ji hişkbûn û xwehriya aqilê wî , û wî bide naskirin bi terzê hizirkirin û jiyana serdemî bi nasnama kurdewarî .ev hemû pirs têne kirin lê heta roja îro bersiva wan baş nehatiya dayîn.

Di dema îro de gelek ji bijartiyên kurdan yên cûrbecûr ,digel ku li paşin û nikarin ti pêşketinê di hindirê xwe de û civaka kurd pêkbînin ,hêjî xwe dibînin ku rastî li ba wane û xwe pir mezindibîn û guhê xwe digrin ,yan ra û şîretan ji dora xwe na pejirîne ji bêlî rexnan .ji vê sedemê çavên xwe ji guhartinên ku li nava sûrî çêdibin di digrin ji ber ku ew jî ji wî nifşê çand û ramana rêjîma basîyane û weke wê hizira xwe dikin .ne veşartiye ku ramana bijartiyên kurdan heta roja îro xwehre û bê berheme ,û nikariye gelê kurd ji arîşeyên wî rîzgarbike ,bitaybetî ji keleporên wî yê paşverû û hizira wîya bê hûde .di gelek rûdan û demên nazik de ,bijartîyên kurdan cî yên siyasî ,çandî û civakî ji valabûnê gavên xwe tavêjin digel ku me gelek mêjûya nasnameya netewî heye . digel ku gelek nav û nîşan hene û ev bû çendê salan ku di xebata kurdewarî dene ,heme ti guhartin pêkneanîne ,ne ser astî raman û rêxistina civaka kurdan ,yan jî ser astî çespandina maf û avakirina seşsîyeta mirovan ku heta roja îro dibine egerên mezim di parçebûna civak kurd de .û ku ew alozî berdewam de û me kurdan rêvebiriya berpirsyar nîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...