Helbest u pexşan

Welatê min e!

 
Husên M. Hebeş

Welatê min e
Ez dizanim ew ne jêhatîtir e, ne şehrezatir e, ne zîrektir e
Û ne jî ji welatên din xweştir û çêtir e
Lê ew welatê min e

Tenê bayê wî bi min xweştir û nermtir e
Ez dizanim ko darên wî ne kesktir in ji darên welatên din
Û stranên çivîkên wî ne xweşiktir in ji stranên çivîkên cihên din
Lê welatê min e
Tenê dilê min bi wî re ji dil de dikene û bi xewnên wî re bilind difire.

Ez dizanim ko bêhna kulîlkên wî ne teniktir e ji bêhna kulîlkên cihên din…
Û daristanên wî ne firehtir in ji daristanên din
Û çiyayên wî ne bilintir in ji çiyayên din
Lê welatê min e
Tenê giyanê min bi kevir û zinarên wî ve girêdayî ye
Û damarên min bi ava çem û rûbarên wî lewend û geş dibin.

Ez dizanim ew carcaran ne pir dilovan e û ne jî pir evîndar e…
Lê ew welatê min e
Tenê di bin dilovanî û evîna wî (bi hişkî, bi nermî) de
Aramiyê dibînim, kûr vedihesim û diramim.

Ez dizanim ew bindest e
Parçe ye, ne serbeste
Lê ew welatê min e
Tenê di dilê min de azade û serbeste.

Ez dizanim
Ez dizanim…
Ew dilê min e
Giyanê min e
Bav û dayik û zarok û û hebûna mine
WELATÊ xewn û ramanên…
Min eeeeeeee…

Husên M. Hebeş

Bonn

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…