Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne


Konê Reş

Ezbenî! Min bîr ne dibir çima;
Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê,
Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewşa mala min de radizên?!
Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar li min dibin mêvan?!
Erê, min bîr ne dibir çima;
Darên Beriwa ji ser çiyayên min direvin û
Darên Çinarê, ewên kevnar, didin pey wan..?!

* * *

Ezbenî! Em bi hêviya heyamekî nû ne;
Heyamekî, ku em porê serê wî
Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû
Şeh bikin û bihûnin..
Kirasê wî ji kul û derdan daweşînin..
Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye
Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û
Bi cegerdarî karibe;
Di ser agirê gurr re çemke û bibeze pêş..
Erê, em bihêvîne ku careke din
Kaniyên çemê Xabûr der bibin û vebin
Av di best, cog û newalan de biherike..

* * *

Ezbenî! Em bi hêviya bahozekê ne ku
Zimanê me bihejîne û
Bend û lelan bişkîne..
Bi hêviya ronahiyekê ne ku
Em canê xwe bispêrinê û rehet paldin..
Bi hêviya çiyayekî ne ku
Pêve hilkişin, dinya û alemê bibînin û
Kul, eş û birînên xwe nebînin..

* * *

Ezbenî! Ne hêsane ez dergehê gotinê bigirim û
Bilivim pêş..
Ne tu radiweste ezbenî û
Ne rê bi dawî dibe..?

* * *

Erê ezbenî!
Çendî spîbûn bi tirse?!
Bi tirse ku;
Em sayebûna wê bi tariyê
Bilewitînin..

* * *

Ezbenî! Dîroka me şilfîtazî li pêş me dimeşe
Bi dawîbûnan dagirtiye.
Kêm rûpel di tûrikê wê de parastîne
Kêm pênûsan li ser lat û zinarên wê
Nivîsîne..
Dîroka me bi keser derbas dibe,
Bi girî rojên me di buhirîn e..
Zimanê me; toşî talanê dibe,
Ji devê me didizin.. Û
Wiha bê dergevan,
Bê dost û yar em mabûn..
Bi tene çiya, çiya dost bû
Heval û hogir bû û dost maye..

* * *

Ezbenî! Hawara Xelefê Şûvî
Ji mîr Bedirxanê Botanî re
Zindî ye: (Ez Xelef im, Xelef im
Ez Xelefê Şûvî me
Xwediyê şûrê sedef im
Hawar e Mîr hawar e Mîr
Yezdan Şêr begê Botan e..!)
Nerazîbûna Xelefê Şûvî
Bi mîrîtiya Yezdan Şêr
Wefadarî û mêranî ye..
Pêdiviya me
Bi kesên wek wî û hawara wî hêjî heye..

* * *

Erê ezbenî, bela heyv were!
Bela dem were û çerx û dewran
Bifitilin..
Bela heyv were û bi me re meyê
Vexwe,
Xwe dûr neke û çiva nede xwe
Çendî ewir tarî be nikare heyvê veşêre..

* * *

Were baranê were!
Tofan bi derengî ket
Kûpê çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike
Gundê Heştêyan, bajarê Şernex û Cizîrê
Lavijên Botanî dixwazin..
Stranên me sarbûne..
Awazên me ziwa bûne..
Êdî nema Mihemed Arif Cizîrî
Strana Eyşana Elî dibêje û ne
Gerabêtê Xaço Strana Lawikê Metînî
Dinuhirîne..
Bibare baranê bibare
Şuristê vejîne,
Keskahiyê bi ser me de bibarîne..
Bela careke din kevoka aşîtiyê
Şaxekî darzeytûnê bi nikilkê xwe
Di asmanê welatê me de bigerîne,
Destpêka dîrokek nû
Di Rojhilata Navîn de biçîne û
Heyamekî nû bi ser me de bişîne
Erê heyamekî nû..

Konê Reş
 

Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…