belavokên partiyan

Serdana Gora mamoste Rezoyê Osê

Qamişlo, 04.03.2011, Vê sibehê saet deh, birek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd di gel redaksyona kovara Pirsê çûn gundê Dekşûrî(15 km bareşî Qamişlo ye), serdana gora nivîskar û rewşenbîrê Kurd Rezoyê Osê. Yê ku ji berî salekê ve, di eynî rojê de koça dawî kiribû.

Li gundê Dekşûrî, redaksyona kovara Pirsê, ya ku rehmetî Rezoyê Osê kadiroyekî wê yê bingehîn bû, gurzek gul û kulîlkên rengîn li ser gora wî danî.. Her wiha rewşenbîrên Kurd jî gurzek gul danîn..
Piştî xwendina fatîheyê li ser canê wî, tev li dor gora wî bûn wek xelek û her yekî gotin û bîranînên xwe pêre anîn ziman.. Di wê navê re Avokat Xelîl Sasûnî jî hat û gurzek gul li ser gora wî danî..

Piştî sihbeta ku dor saetekê dirêjkir, birayê rehmetî (Bavê Azad), spasiyên xwe ji tevan re anî ziman û got: Koçkirina wî xisare ji we re berî me..

Konê Reş

Qamişlo, 04.03.2011

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…