Tucholsky’én* kurd

Arjen Arî

Ji ber şert û mercén dijwar é li welaté xwe, wekî gellek şairén li erdnîgariya Amerîka Latînî Nerûda jî gellek caran axa xwe terk kir.

Lé,  piştî her ‘terkiriné’, Nerûda wegeriya welaté xwe yé ku li ezmané wî teyrén albatros ba dijendin, û hesin û guherçîleyé ji biné erdé dewlemendî vedijend û bexşî xelké Şîlî’yî dikir.
Nerûda herî pirr ji axa Şîlî hez dikir, an ji Mathilda’yé?

Çavén Elsa’yé, çavén ku bi şairekî helbestan bidin nivîsandin û wekî di şi’ira tesewafû de çav û welat li tevî hev bibin; em é  ‘hikmeta’ vé ‘hezé’ bi welatekî ve, an bi du çavan Elsa-Frensa ve girébidin?

Ez; Lîlî, Elsa û Mathilda’yén wan nes nekim û li tevi min hûn jî nizanibim bé hene an tunene; herdu Dérikî: Reşîdé Kurd û Qedrî Can ne di ‘hembéza’ Dériké de li bin siya darén hejîrén Xabé; li  ‘xerîbîye’, bi hisreta nérîneke dawî li darén zeytûnan, çavén xwe dan ser hevdu.

Osman Sebrîyé ku piştî mirina apén xwe diviyabû bibe seroké eşîra Mirdés, piştî efûyé giştî kariye were ser war û wargehén xwe bav û kalén xwe én li Koliké.

Ew li Meletiyé ye, pismamén wî- ji sedî sed ji ber timaya mal û milkan- kuré wî  dikujin.

Piştî vé qewimîné, Osman wekî bibéje ‘ev welat ji min re nabe’, vedigere Binxeté û mala xwe bar dike, li  Şamé bicih dibe.

‘Çûyina’ Cegerxwîn bi Apo tahl be jî,  ew jî ma ne li Şamé, li Hara Kurdan wekî yekî mişext jiya, û li wir çû ber rehma Xweda?

Sedem çiye ne çiye pé nizanim; lé bi qasî ku dizanim, bi qasî ku di seranseré jiyana xwe de welatek xwest û di ber de bû péşmerge û tékoşiya, û ev daxwazî di her deliveyé de bi helwest û helbestén xwe de derkir, Peşéw’é ku niha ‘xwediyé’ welatekî bi al û parleman û desthelat e, ne li welaté ku bériyé dikir; niha, vé kélîké li xerîbiyé, li Fînlandé dijî.

Wekî gotina hinekan, gelo şair ‘béwelat’ in?

Heke béwelat bin, şair dema ku dimre çima qewitîya ku termé wî li welaté wî were veşartin, dike?

Berevajî Cegerxwîné gewre, Cegerxwîné ku di dawiya emré xwe de beré xwe da Swédé;  Kurt Tucholsky’é ku ji ber xezeba naziyan direve, piştî rûxina desthelata naziyan jî venagere Almanyayé; wekî mirovekî ji rézé li Swédé dijî, li Swédé dimre…

Piştî mirina wî, Swédî  nû pé hesiyan ku şairek hatiye welaté wan, li wir jiyaye, li wir miriye.

Ji bo ku vé ‘şerma’ xwe bikin rûspîtî, Swédî piştî mirina Tucholsky bi gellek salan dixwazin  rûmeté bidiné, û her sal bi navé Xelata Tucholsky a Wéjeyé xelateké didin şairekî xerîb, şairekî ku ji neçarî xwe avétibe bexté Swéd û Swédiyan.

Ji wan şairén xerîb ez du kesan nas dikim: Yek Şérko Békes e* yé din Selîm Berekat e.,.

Şérko di ser Şamé re piyé xwe davéje Swédé. Selîm ji Kibrisé, ji rexé rûman xwe digihîne welaté li wî ‘seré dinyayé’.

Herdu şair  jî piştî wergirtina Xelata Tucholsky destûra niştecîtiyé, û vé paşiyé jî hemwelatiya Swedé disitînin.

Selîm’é ku di nava ereban de zornavdar e, di nava kurdan de jî bi berhemén: ‘Sîsirkén Hesinî’, ‘Pif Bike Sur’ê’, ‘Ber bi Olimpiyata Xwedé ve’ xwediyé rézgirtiné ye, û ew hé jî li wir,li  Swédé dijî…Lé, Şérko piştî ‘tifaqa’ herdu partiyén sereke, vegeriya Herema Kurdistan û demeké bû wezîré rewşenbirî…

Şair li her deré, li her cihî şair be jî; kela dilé şair herî pir li xerîbiyé dikele, an li ser axa ku li seré dijî, difûre?

Digel helbestén wî yén bi tevahî di çéja stiranan de, xwediyé peyvén stiraneke Şivan:

Ré dûr e delîv teng e/ Huner evîn û ceng e/ Şivano léde léde / Êvar e li me dereng e’ ma ne helbesta  Sebrî Botanî ye, û wî ev helbest ma ne li xeribîyé veristiye?

Wekî Cegerxwîn’é ku helbestén wî sé qaté helbestén Boudler ji héla muzîkjenan ve bûne stiran; ma ne Sebrî Botanî  jî, Sebrî Botaniyé ku di dawiya temené xwe de seba ‘piçek ewleyî’ û ‘pariyek nan’, sala 92’é  pişta xwe da axa pé şanebûyî, û beré xwe da xerîbiyé?

Yén ku berhema bi navé ‘Jînenîgariya Min’ a Cegerxwîn xwendibin, di dawiya pirtuké de, di wéneyén ku bi hev re girtine de, dé bibînin ku Cegerxwîn û Sebrî Botanî bi kincén péşmergetiyé, di sewré de ne, şerker in!
Hinek; şairan mîna mirovine hesttenik û xwediyé tiliyén nermehevrişmî bihizirin jî; li ser erdnîgariyén ku xwîn li axé, bahrûd li hewayé vedaye, dé bibînin ku helbestkar péşî bi pénûsé xwe, paşé jî bi çeka xwe di şer de ye.
Piştî ‘şoreşé’ bibin serperişt û xwediyé dezgehinan, û hukim li dolaran bikin jî; şairin jé, niha jî di etra çapkirina dîwaneke xwe de ne.
 Ne ji çavnebarî; lé wekî gotina péşiyan gotî, ‘hinek dikin hinek dixwin’; wisa dixuye ku di destpék û dumahîka her şoreşé de ‘gellek dikin’, ‘hindek dixwin’?!
Ev ‘gellekî’ û ‘hindekî’, raste rast bi sekna helbestkar ve, bi helwestwergirtina wî a polîtik ve, bi dûrbûn û nézikbûna wî ya desthelaté ve girédayî ye.
Ji ber ku desthelat, li her cihî xwediyé ‘destkeftiyan’ e; şairén mîna Tucholsky dikarin li xerîbiyé bijîn û bimrin, yén wekî Mayakovskî jî dikarin bibin ‘seréş’ û ‘goriyén’ şoreşé!

*Toholskî
*Şérko Békes sala 1988é xelaté werdigire

13.05.2011/A.Arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…