Ciwan Dêrikî
Rêxistinbûyîn
Rêxistinbûyîn ne tenê naveke û hew , ne hejmarek mezin ji mirova ye , ango ne danheva kesa ye , rêxistin rêkûpêkirine , hevkarî ye , dilsozî ye , nihênî û xweparastine , pêşengtiya di rewşa awarte de ye , ajotina gemiya di nav pêl û bahozan de ye û gihandina wê bi parastî ji peravan re ye . mixabin em kurd hînî çanda rêxistinê nebûne , em bê rêxistin mezinbûne , serberedayî û bê pîvan li hev kombûne , lewra em di tengiyan de xwe li ber pifekî nagirin , her rêxistineka me bûye mêşedana şelîpan bikeviyê , ji hindur de tê wêrankirin û desteserkirin , bizanebûn têde tê kolan û parçekirin , demek kin diçe êdî bawerî di nav endaman de namîne , hêvî jî têne kuştin , û kar û karname seqet dibin .
Belkî hinek bêjin ev nêrîn girane û ne liciye , raste girane lê pir liciye , nexwe çawa evqas rêxistin û partî me hene hîna kolana me bê serî ye , hê nexşeriyek me nîne , hêjî tu piroje nehatine pêşkêşkirin û ne ketine kar , qunaxa di nav gel û partiyan de qûnaxa Erd û ezmane . çendî zor û zehmetî hebin , çendî çewsandin û hovîtî hebe , nayê wê wate yê ku gel bi vî şêweyî dûrî tevgera xwe bikeve , û li ber bayê nedêranê here , em nikarin bibêjin gel şaşe û ne welatparêze , qelsî û kêmanî ya pêşengtî û tevgerê ye , tevger û pêşengtî jî ne tenê partî ne na . . ev guneh yê her kesê xwe bibîne welatperwere , rewşenbîr be , siyasetmedar be , nivîskar be , partîzan be , kî be bila bibe , ev gunehê hemiyan e , lê gava rexneyek jî tê kirin li vê rewşê , di serî de partiyên me xwe ditengijînin , li xwe mikur nayên ku qelsiyeka wane ev belavbûn û jihevketin , di cih de şûrê xwe tûj dikin li ber serê rexnegir radiwestin . ha va em dibînin ku şerekî man û nemanê di nav nivîskar – rewşenbîr û partiyan de derketiye , xebat û têkoşîna ji bo rêxistinkirin û rêveberiyêa gel maye li paş , û binîqra hev girtine . dem dimeşe , tirên dibûre , bihar û havîn diçin . . lê bê guhertin , bê nûkirin , û bê yek gav bêşveçûn . ger ev nakokî ji bo xebata gelêrî û neteweyî bihata kirin . . sedîsed rewşa me ne dima weha , wê îro hêzeka me ya hevgirtî û bibandor li holê heba .
Ev ne dema piropaganda partîtiyê ye , dema welatperwerî û miletperweriyê ye , xebatek hevbeş ji her kesî tê xwestin , bi rêxistin û sazbûnîk xurt , ne bi pirbûna endaman û hejmara gelek .. na , bila rêxistinkirî be bila hindik be , bila yek be û xweragir be , ne sedê jihevketî û belawela be . ji berê de gotine : yeko bi sediyo , sedo bi yekiyo .

Şîrove (0)