Siyamend Brahîm*li dirêjahiya şeş mehên girover ev rêjîma bê bav milletê Sûryê bi tank û balafiran xelkên sîvîl û amîtam kuştin û hin jî berdewame?!
Lê bera ew di wê baweriyê dene ku tu kes nikare vîn û şîna gelê Sûryêtê biherifîne?! Û ji van xwepêşindanan vekeşe û tu carî kuştin doza welatekî çareser nakî?!
Bawer bikin ku rêjîm gihaye koşa dawiya xwe, dawiya xwekuştinê, ji ber ku ew nikare tu rîformê çêke?! Radibe ev tawanên mezin li dar dixîne?!
Rêjîmeke li seranserê Sûryê hemû rengê gendelî û xerabiyê çandiye?! Hêjaye gotinê ku nema dikare kesî bixapîne, û ew durûşmê rêjîma berxwedan û xebatê herifî ne ma dikeve serê kesî ku ev xerabiya li Sûryê çê dibe terrostan an jî çekdarin çê dibe, ev kira han nayê mejiyê kesî, derew û xapandin ew nîşana alêvn propoxanda wan ev ramana han belav dike?!
Ev fen û fotên propexenda wan eşkere bû ku tenê kursiyên xwe dixwain, û Sûryê ji xwe re bikin zeviyeke malbatî, û gel ji wan re şiavntiyê bike, û koletiyê ji wan re bike, û ew jî hemû xêr û xêratê Sûryê dixwin, û gelê Sûryê di perîşaniyeke mezin dijî, û ev çîroka şoreşa Sûryê ya ku bi şanazî û rêzdarî berdeame ta ku ev rêjîma hesinî biherife û çi rêjîm bê ewê ji vî rêjîmê han çêtir be û gelê Sûryê bi biratî û aştî bi hev re bijîn

Şîrove (0)