Yasîn HisênPirtûka (Li Çiyayê Şingalê Qebqeba Kewê Nêr e) ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî li Silêmaniyê derket, ji berhevkirin û Komkirina nivîskar Xeyrî Şingalî.
Bergê yekem ji vê pirtûkê ji sê beşan pêkhatiye, beşê têkistên dastanî û efsanewî: Berhevkar di vî beşî de her têkistek bi perawêz û jêderên van têkistan zangîn kiriye.
Beşê Sêyem: piraniya vî beşî li ser çêroka (Derwêşê Evdî) û lehengiya wî ye, digel beşekî biçûk li ser jiyana hunermendên Kurd ên Êzîdî.
Bergê Diwem ji vê pirtûkê, ji stranên Kurdî ên Floklorî pêkhatiye, û di dawiya vî bergî de Berhevkar li ser rola Kurdên Êzdî di parastina Floklor û Kelepûrê Kurd de disekine, û dide xuyakirin ku Kurdên Êzdî di dîroka miletê Kurd de bi sitran û dastanana beşekî baş ji vî Kelepûrî parastine.
Hêjayî gotinê ye ko bergê Yekem bi hevkariya Dezgeha Serdem hatiye Çapkirin, û bergê diwem jî bi hevkariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Silêmaniyê hatiye çapkirin.

Şîrove (0)