şehîd


  Ekrem tehlo

Goga zemînê çûke
Lihember wî dilête
Qîşên çiya   herifîn
Bi zumîna dengête
Riwê xwezayê  geşbû
Ji vedana dengête
Kanya jînê  herikî
Ji nav hîmên çengête
Dîrok bi şerm lûsiya
Li delavên   çavête
Wek birûskê te lêda
Bilez û bez û lebat
Nepirsî li jîna xweş
Dema ku bankir welat
Xwîna sor xweş herikî
Li dora zinar û lat
Bejna zirav û lewend
Da ber gullên bişewat
Bû stêrkek şên û geş
Li esmanê jor hilat
Wek xwinavê  bariya
Gul vebûn li hawirdor
Axa medya vejiya
Bi devê tivinga mor
Dîwarê  sitemkarî
Hilweşiya qor bi qor
Gelek berz û bilindbûn
Alên kesk û zer û  sor
Lite  pîrozbe  şehîd
Bax û bihiştên li  jor
Deşt û zozan xemilîn
Dema te xwekir qurban
Li  şûna  goristana
Avadibin   şaristan
 Bi wan  tîpên   navête
Hatin ristin   dasîtan
Vaye bote   dibêjim
Gotinên  xweş û  ciwan
Dûr   nêzîk  her bawerim
Wê rizgarbe  kurdistan

 
Sermede navê  şêrîn

Linav rûpelên dîrok
Wêneyête   kolaye
Ser dêmên dema şermok
Ger çendî  jibîrbibin
Qiral, rêber û  serok
Tim xiyaye wek çiya
Kûr berdaye reh û kok
Her bihar tê bête  der
Li darên sêv û bîhok

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…