Luqman SilêmanMişhel Temo bi dengê xweyê bilind bankir û got emê bi hevre dest bi dest mil bi mil em û birayên xwe yên dî çi milet û nîv milet emê rijîma El behis birûxênin û emê di şûnawêde Suriya demokrasî û wekhevî bê zindan bê mixeberat bê dizî li şûna vê dewlata polîsî, vê dewlata diza avabikin.
Vî pêşengî tim digot em xwediyê Surî ne, em mafê xwe ji kesî naxwazin çimkî em xwediyê welêtin, em û Ereba û Siryana û kildûAşora hevparê hevin û emê bi hevre welatekî pir netew ku mafê herkesî têde bicîwerê avabikin. Mişhel Temo pakrewanê peyva raste. Vî lehingî xwe kire qurban ji gelê xwere.Mişhel Temo bixwîna xwe nifşê nû ji gelê xwe avdan.Beriya ku Mişhel bi wan destê qirêj û gemarî şehîd bikevê. MişhelS bi wî dengê xweyê aza ji partî û hevrêzên kurd re got wê min bikujin û ez ji kuştinê natirsim û xwe ji ber nadim alî. Lê mixabin çaxê ku Mişhel ji partiya û hevrêzan re got va kuştin hate ber deriyê min û hin ketine pêşiya min de û xwestin min bikujin. kesî ji partiyên me guh lênekirin û hina jiwan kenê xwe pêkirin û digelek ciyan de gotin Mişhel jixwere piropogenda dikê û li ber wê banga wî nesekinî n. Hevrêza bi tenê ew hewldanê kuştina wî şermezarkirin û li kêleka wî sekinîn.
Sed mixabin yekê weka Mişhel Temo divê qunaxa girinde bi destên qirêj û gemarî hate kuştin, divê qunaxa ku hebûna wî ji şoreşê re pêwîst bû. Çimkî ew lehing bibû simbolek ji xorta re û di kuştina xwedejî bû smbolek ji şoreşêre, nexasim ji xortê şoreşa kurd re. Wê Mişhel Temo bimînê di hiş û mejiyê nifşê kurdan de wê bimînê smbolek ji smbolê lehingiyê.
Herbijî rêçika pakrewana
Herbijî miletê kurd
Herbijî şoreşa me

Şîrove (0)