Helbest u pexşan

Dîlane mirinê

 
Mihemed Ebdê

Va zê herim şoreşa azadîyê dîlana mirinê
 Zê Rajim ala mêranîyê
Canê xwe dirêj kim ger ez mirim ez namirim
zê bikevim dîroka ne mirinê
Dîroka bakrewanan dîlanvanan  ji ber dibêjin şehîd
Ti carî qet namirin
Zê biherfînim dîwarê tirsê ger bi tirsê re bijîm
Ez ne  saxim ez mirîme!
Va ez çûm şoreşa azadîyê pînosa min bimin re were
Her tiştî bibine
Binvîse dîroka mêrxas û şêra, ji kesî şerm neke
 mêra Ji nav nemêre bidêre
Pînosa min ji xewa mirinê de raba ji xwere bijmêre
Bajarê mêrxas û mêra
Ji ber avê ta bi navînê  li bajara de wer bibîna Amûdê
Bingiha mêr û Şêre
Li Qamişlo vegere maka şoreşa û bakrewana şoreşa
2004` a
Şam dûre mişar ne dûre  va şoreş li dara kurdo  nemîne
Li hêvîya bûhara
Destê hevdû bigirin nedin ser şopa Mara de em nemînin
Li şûn wara dîse
tirsê ji mêranîyê re bikin berdêlî Kurdino tim şiyarbin
Wek mêşa nekevin kiwara
De bigrin dîlana mirinê xwe bi hevre hildin diniya
 Zivistan û sara
De bigirin dîlana mirinê şoreşvan no ji ber azadîyê
Can tenê erzane
‏kurdino destê hev bigirin bi yek destî emê biherfînin
Kelha neyaran
Va îro mirin dîlane ji xortara sînor nîna ji mêran re de bigirin
Dîlanê bigirin Xwedê tim bi rasta re

 

Qamişlo 14/11/2011  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…