Mizgînî: ‘’Bîr û boçûnên we’’ di bin çapê deye

Pirtûka ‘’Isma’îl Emo, Bîr û boçûnên we’’ danhev û amadekirina Qado Şêrîn di demek nêzîk de dikeve destên xwendevan û hezkerên nemir de.

Pirtûk bi du zimanan kurdî û erebî ye, ew di nav her du bergeyan de gelek gotar, hest û helbestên ku li ser nemir Ismaîl Emo piştî koça dawî hatibûn nivîsandin, hembêz dike, her wisa di pirtûkê de gelek wêne, name û belge hene.
Pirtûk erşîvkirina wan berheman e, ew ên ku li ser nemir hatibûn nivîsandin, her wisa zindîmayîna dîroka nemir e.
Li bende bin, nêzîk dikeve destên we..
31/08/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…