Guhertin û ..kurd

Keko

Guhertinê dest pê kir, dema M.elbûezîzî xwe kir qurbana guhertinê û bû sembola wê , herwiha ew guhertin bû lehî û berê xwe da bakurê Afrîka û Rojhilata nave- rast û bitaybetî welatên Ereban û bê cidabûn , û di bawerya minde tu hêz nîne xwe liber vê guhertinê bigrê yan tu welat nîne xwe jê veqetînê û her welatek wê para xwe jê bistînê , ne tenê welat lê herwiha her partî tanî her mal û her kes wê jê xelas nebê .
Gelo para me wek gelê Kurd wê jê çibe ?
Li vir me destê xwe danî ser birînê , û em gihan giringiya navnîşanê .
Wek em dizanin dam û dezgehên me kurda di Sûrîde ev Partîne yên ku bûne navbend di navbera gel û bitaybetî Ciwanên kurd yên serhildanê û lehya guhertinê de , gelo çi ji partiyan tê xwestin ?
Bê gûman xwe guhertin û xwe guhertin û dîsa xwe guhertin , tu çare nîne ji bilî guhrtinê pêve , guhertin rewş û navnîşana demê ye û eger xwe neguherin , wê bên guhertin , nebes wê bên guhertin , wê bibin Lêmişta li ber lehiyê , û dawî dibin Ardû .
Xwe guhertin jî ne kiraseke ji xwekin û şerwalekî û girêfatekê deynin û hew , guhertinek li gor xwestekê hemdemî yên rojane , belê yên rojane divê sînor dinavbera tevgerê de û ciwanan werin rakirin çimkî her roj û her kêlîk dem û nerîn û helwestên nû gerekin û helwest û nerîna berê kêlîkekê nema bkêrî deqîqa dawî tê , ewjî girdayî bi helwesta dewletên herêmî û navnetewî , lewma em dibînin nerînên û biryarên cuda cuda dadkevin ser ekranên Telefizyonan û rûpelên Entrnêtên û alavên ragihandina cêhanî ya bê sînor .
Lewma piştî helwestên Qiralê Se`ûdiyê û komcivîna hevkarên dewletên kendavê yên ereb û çalakiya dewleta Tirka û bi dûvde Oropa û Emerîka zelal dibê ku gav bi gav gerek tevgera me amadebê ji guhrtina helwestanre , dibê nerîna duhî îro were guhrtin , yan emê ji geştiyî bimînin û wê tirên ne dimde derbasbê û hew lê wê pêl mekê .
Vêca heger tevger van çalakiyan gav bi gav kêlîk bi kêlîk ne şopînê û diber çavan re derbas nekê wê necihê rêzgirtinê bê û wê qelen biha bê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…