Bîranînên Jineke Kurd

 

Ezîz Xemcivîn

Fewziya Qiço di temenê heftê saliya xwe de û di rewşewke valabûn û tenêtiya li havîbûnê hinek bîranînên xwe û serbûriyên demên corbicor nivîsandine, hem jî di pirtûkeka piçûk de belav kirine.
Şad im, bi rastî jineka Kurd bi temen mezin dest bi nivîsandinê bike û pirtûkekê jî çap bike.
Fewziya xan ew bîranîn li gora zanîna xwe bi hest û dilîniya dêyekê hûnandine.
Fewziya bi şêweyê civatî axaftin li pey axaftinê rêz kiriye, dibe jî ezmûneya wê ya nivîsînê hêj nû ye, çendîn mirov di nivîsandinê de kûr biçe ewqasî dê karibe bêtir bide..

Ev jin mînakeka hêja ye, çiqas pêdiviya civaka me Kurdan bi jinên weke Fewziya heye.
Dê dibistan e, rewşenbîriya Dê nifşên saxlem li pey xwe pêk tîne..
Pirtûk ji hêla derhêneriya bergê ne bi şêweyê pirtûkan hatiye pêşkêş kirin, tev ko kevalên herdu bergan pir ciwan û spehî, ji kevalên şêwekarê jîrek Luqman Ehmed in.
Ez destxweşiyê li jina hêja Fewziya Qiço dikim û bi hêvî me berdewam bike.10.06.2024 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…