Tora Medyaya Rûdawê û Çapkirina Dîwana Mele Nûriyê Hesarî

 
Konê Reş
 
 Di roja 1.2.2024an
de, li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê li
Qamişlo, dîwana Mele Nûriyê Hesarî, ji rex kurê wî Abdulwehab ve, ji nivîskar,
helbestvan û rewşenbîrên Kurd re hat îmzekirin. Hejaye gotinê ku, Tora
Medyayê ya RÛDAWê
ev dîwana Mele Nûriyê Hesarî di du cildên bedew de; yek
368 rûpel û ya din 420 rûpel, çap û belav kiriye.
Wek ku
diyar e Mele Nûriyê Hesarî zimanzan û helbestvan bû.. Ew di bin bandora
helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran de şiyar û serwextî
derd, jan û nexweşiyên civaka xwe bû.. Jiyanek bi kul, êş û keder derbas kir û
ji kerba navê xwe kiribû Pirêşan.
Kurtiyek ji jiyan û berhemên Mele Nûriyê Hesarî: Ew ji malbateke xweneda, zana û bîrewer bû. Bavê wî mele bû, diya wî jî keça melan û jineke quranxwenedî bû. Ew di 1934an de li gundê Hesara Kercewsê çêbûye. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Tev pirtûkên wî, bi Zimanê Kurdî û alfabeya latînî hatine nivîsandin.
 Piraniya pirtûkên wî helbest in û çend lib jî, li dor ziman û babetên cuda- cuda hene. Lê belê heta niha çar pirtûkên wî hatibûn çap kirin, ew jî evin:
Şoreşa Barzanî: Dîwanek helbest e, di sala 1995an de çap bûye. Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî: Ev pirtûka wî di sala 1996an de mamoste Zeynelabdîn Zinar li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê ve çap kiriye. Ev pirtûk jî li dor zimanzaniyê ye. Axlîma: Pêlên Helbetsa Kurdî: Zimanzanî ye, di sala 1997an de çap bûye, Zevîyek Gazîndan: Dîwanek helbest e, di sala 2000î de çap bûye û Seydayê Mele Nûrî diyarî ji canê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye. Yên din tev li ser kaxeta ne. Bi tenê ji wan ev dîwana ku di nav destên we de ye bi navê: (Dîwana Mele Nûriyê Hesarî: 1934-2011), di rêka Tora Medyayê ya RÛDAWê re, bi amadekirina birêzan Lorîn Çeto û sererastkirina Besam Mistefa, di sala 2023an de. hatiye çap kirin. Navê hin pirtûkên wî yên çapkirî û neçapkirî, evin: Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995 -Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996 -Rêziman: Destnivîs -Ferhenga Kurdî -Kurdî, Destnivîs -Ferhenga Kurdî -Tirkî, Destnivîs -Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs -Mewlida Pêxember, Destnivîs – Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs -Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs -Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye -Çend dîwanên helbestan, Destnivîs -Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs..
Mele Nûriyê Hesarî di sibeha roja 25.01.2011an de, di mala xwe de li bajarê Qamişlo koça dawî kir. Di eynî rojê de evîndarên wî, ew di goristana taxa Qidûr Beg de, spartin axa sar û cemidî.. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike. Hêjaye gotinê ku rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standibûn.. spasiyek gerim ji Tora Medyayê ya RÛDAWê û keda Lorîn Çeto û Besam Mistefa re, ji HRRKê re ku ev dîwan di navenda wê de, ji rex kurê mele Nûrî (Abdulwehab) ve hat îmzekirin. Û ez wek dostekî rehmetiyê Mele Nûrî Hesarî, yê nîzîk, vê dîwana wî ji dil û can li xwendevanên Zimanê Kurdî pîroz dikim.
Wêne: Abdulwehabê Mele Nûrî û nivîskar Mustefa Abdo cîgirê serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê
Konê Reş/ Qamişlo 1.2.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…