Xemgîn Remo
tu bi rêve diçe
Ba li bin porê te dilorîne
Bêhna gulavê dorhêl hemî
Bîn belavin ….
Çûkê vînê sermest dibin
Li biyabanê tî
Hilfirîn û awazê wan
Bi kesera firek avin …
Cana neçî geliyên davkirî
Ew dîlê bi lewendiyê te ve
Hatine girêdan
Bo sekvana nêçîr û ravin …
Xanê giran bî
Li ber babelîzka nelezîne
Hûçikê xwe bi du daran ve
Girê bide
Û pêyên xwe li peravê decla
Û ferat du singa bikutîne …
Wê roj bên û bager bibûrin
Tê xwe ji toz û xweliya
Gemaroka daweşîne ..
Bi taviyek buharê
Ezê te serşo bikim
Û li ber taverojek bi tîn bixemlînim
Hingê tê bibî bûka xewna
Û hêviyên salane
Da ev keser û xwezî
Di dilê dildaran de nemîne …..
Hatine girêdan
Bo sekvana nêçîr û ravin …
Xanê giran bî
Li ber babelîzka nelezîne
Hûçikê xwe bi du daran ve
Girê bide
Û pêyên xwe li peravê decla
Û ferat du singa bikutîne …
Wê roj bên û bager bibûrin
Tê xwe ji toz û xweliya
Gemaroka daweşîne ..
Bi taviyek buharê
Ezê te serşo bikim
Û li ber taverojek bi tîn bixemlînim
Hingê tê bibî bûka xewna
Û hêviyên salane
Da ev keser û xwezî
Di dilê dildaran de nemîne …..