Helbest u pexşan

BÊHNA ÇIYAN


Xemgîn Remo
 
Li derve baran keziyê dargulan dişo
Gul bi hemî ciwaniyên xwe
Rûgeş dikenin
Dengê meşka dayikê û wîçewîça şalûran
Awaza bi hev diguhêzin
Li ser ristê du hechecûk
Yariyan bi hev dikin
Çavekî min li gula ye û yek li hechecûka ye
Giyanê min jî bi strana ( were têlî )
Bangî dilberê dike ….
Têliyê were em herin kaskahî yên zozana
Wargehê koçran li nav bêrî û şivanan
Têliyê vê sibehê ez xewnevanim
Li ser bazikê xewnerojan hildifirim
Û li bend û sînoran napirsim
Bêhna çiyan , çilpîna pezkoviyan
Dengê quling û qaza hişê min direvînin
Li nav buhiştê xwe dibînim
Di gola Wanê de melevanim
Li geliyê Elî beg nêçîrvanim
Û li gel karwanê evîndaran şervanim …
Têliyê min yek daxwaz tenê heye
Eger ku ez nezîvirim
Li wî cihê ku lê mirim
Li ber awazê bilûra şivanekî Serhedî
Min veşêre
Û li ser kêla ber serê min binivîse :
Ev gora dildarê çiya ye ….

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…