Helbest u pexşan

Vedenga kişwerên omîdan.

Mizgîn Hesko

Gotina xweş
Bihara dila ye
Tabloya hîn jî ker û lal
Wiha…
Ji qutiya rengan re digot…!

Ji nîvê valahiyê
Û ji kûrahiya nexşereyên axê
Şahmaranê…
Kajê tozgirtî
Ji ser bedena xopan radikir
Û ji nuh…
Ber bi destên werzan ve
Dibarî…!
Gulşevînên qurmizî û mest
Vedenga kişwerên omîdan…?!

****************

Û rûpelek…
Ji hevrîşimê berbangê
Û çarîneke bi doşava tavesorkê
Şewşenkirî
Wiha bêdengiyê
Sîtavên xwe…
Li kom û kolozên heyînê
Weşî bi weşî
Vedigerandin…!

Û rista ezberkirî
Ji xemreya cemalê
Her ku şev konê xwe vedike
Gelawêj…
Digihêje meqamê kemalê!

Bi hêminî…
Rist ji kûzên asoyê
Tête nohtin…
Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê li jor
Rezvan…
Û sazvanê cam û piyalê…?!

***************

Gotina xweş
Merhema birîna ye
Çivîka ji perên kakêşanê
Veqetiyayî
Wiha…
Qehwerengê darîn
Û dilkê keskîniyê
Ji xwe re hêlîn dinikuland…!

Tovê bi firmêskên hezê nixumandî
Çend rojan û vejînek…
Digihêje destên seridînê…!

Sinbilên bi libên xwe tije
Wiha kubar û paye
Sernişîvî rûdêmên axê dibin
Zêrê zer e
Zadê bi vegotinên biharê avdayî
Û nemaze ku tête heyranbêjiya çinînê…?!

***************

Gotina xweş
Şekirokê cejna ye
Şerbeta di paşşanan de teyisî
Li Xameya bêcir
Pîrozbahiya spêdeyê vedaye
Û ronê ji tilîkên Elindê
Weriyayî…
Di sebeta sîngê de
Paldaye…!

Û askên bezok di mêrgên hesatan de
Berfînên nazenîn di merdaniya destan de
Û ciwanîka…
Ji zeviyên spêdeyê hilperikî
Wiha lezgîn
Û careke dinê
Vedihewe
Arana di çavan de…!

***************

Gotina xweş
Bexçeyê gula ye
Û tu….
Ey gul, eger tu nazenîn î
Kengî tu, ji rengê rûyê zîn î ?
Wiha Xanî…
Kiras û xiftanê welatê xwe dirêsî

Rîsê bi hilma meya kevnar
Rêsayî
Bi hiriya beranê boz
Badayî
Û ji keziyên bozê rewan
Û ji miska gulyên karxezala
Di kevanên çavên Memê de
Zînegulek…
Û bilindahiya çiyayê miradê
Tîrvedan
Tîrêj
Û tîr dirêjî…!

Ey durdaneya
Ji zadê zarê şêrîn
Wiha mîr…
Morî bi morî
Pir sedef û mircan
Û yek gerden
Bejna xakê dirêsî

***************

Gotina xweş…?!
Û bi hêminî
Gotin di xumên siruştê de
Tête meyandin…

Ristezar û zerpîvok e
Mizgîn î û gulbihok e

Gulav, enber
Û bîn şimakok e
Sorgul, roz
Û bask kevok e
Li ser lêvên Newrozê
Xizêm û xalxalok e…!

Di meşka rewanê de
Tête keyandin
Hunerbaz û têr leystok e
Şînê deryayê
Û asîmanekî tijî stêr
Û rojan şînok e
Risteke bi awaz û sazî
Dilberek por zêrîn
Û can pir gijlok e…!

*****************

Gotina xweş…?!
Û gotin…
Ya law û xweşkok e..!

Ey durdaneya…
Ji zadê zarê rengizîn
Di bêdengiyê de
Gul…
Sirûd vedibin
Mijankên êvaran
Perwane bi êgir ve
Disojin
Û destên ducanî
Rist dirijin…!

Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê mihrevan
Rezvan…
Û danerê kilçîv û şemalê
Ji bilî beyteke dariştî
Bi yaqûtê zarê hingivîn
Çi Êdî …
Derdan dimalê…?!

Mizgîn Hesko

01. Avdara 2024

————————————————
•    Gotina xweş, bihara dila ye= ji zargotina Kurdî.
•    Ey gul, eger tu nazenîn î = Ji beytên Seydayê Xanî.
•    Cemal. Kemal= Ji Sovîzimê. Bi Erebî.
•    Mîr= Ciladet Bedirxan.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…