Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko bi berhemeke nû, tête pêşbirî xwîner û hezkiriyên çand û wêjeya Kurdî.

 

/ Dayikên me, xwedanên deh destan bûn û di şevên reş û tarî de, Gelawêjên ronîdar bûn û tiliyên xwe ji nifşên nûhatî re, find û şemal vêdixistin. Ji bo wan, ev gulbijêra gotaran diyarî ye./

Wiha Mizgîn Hesko û bi vê berhema xwe a herî nuh, bi gulbijêreke ji gotarên xwe, tête meydana hizirmendiyê. Di berhemê de, 35 nivîsên renge, reng cî digirin û ji wan jî hin bi şêweya lêkolanê ( Lêkolîn) û hin bi şêweya xwendin û nirxandinên wêjeyî û ji mijarên sereke, ên ku di berhemê de, cî digirin: Jin û hebûna wê a taybet. Jin û pirsa wêjeyê. Covid- 19 ( korona û hin mijarên girêdayî Pandemiyê. Kurd û nemaza di warên hizirîn û dan û sitandinê de û hwd.

Hêjayî gotinê ye ku ev gotar di navbera salên 2010 û ta bi 2023 hatine nivîsîn.

Navê berhem: Jin û pirsa wêjeyê.
Weşanên:  Na. Izmîr.
Amadekirina ji bo çapê: Berfo Barî
Tabloya Berg: Omran Shekhmous.
Hejmara gotaran: 35 gotar.
Hejmara rûpelan: 194 rûpel.

ISPN: 978- 625- 7085- 77- 9
/Mafê çapê parastî ye/

Ji berhemên helbestvan û nivîskar Mizgîn Hesko ên çapkirî:

1- Tîpên evînê.( Helbest ) Avdar 2007- Çapxana Bafet.
2- Asoyekî tijî Endeko. (Helbest )Tîrmeh 2008- weşanên Han.
3- Di nav henasên kovanan de. ( Helbest)Avdar 2010.weşanên Han.
4- Li ber pala welatekî birîndar diherikîm. ( Helbest )Çapa yekem. Avdar 2012- weşanên Han.
Çapa duyem .2020 Weşanên Sersera.

5- Ristek Lale.( Helbest)Êlon 2013- weşanên Han.
6- Ber bi werzên hezkirinê ve. ( Helbest) Çapa yekem . Mijdar 2015 – weşanên Soran.

7- Rêgehên keskîn.( Helbest)Gulan 2019- weşanên Sersera.
8- Ji Bexçika jiyanê.( Raman. Nerîn û dîtin. Rojnivîs ) 2020 weşanên Sersera.
9. Nexşeya rewanê bêdengiyê. ( Helbest) Çapa yekemîn. SerSera. Avdar 2021.
Çapa duyemîn. Na. 2022.

10. Surperiya zîvê sihirdar.( Helbest) Çapa yekemîn. SerSera Avdar 2022.
Çapa duyemîn. Na. Havîna 2023.

11. Ji ferhenga lêgeriyanê. ( Raman. Nerîn û dîtin. Rojnivîs) Weşanên Na. 2022.
12. Bişkojên bi roniyê mest. ( Helbest) Weşanên Na. Havîna 2023.

Mizgîn Hesko:

* Di 20. Mıjdara 1973 li gundê Şelhûmiyê ji dayik bûye.
* Ta bi lîseyê li dibistanên Tirbespiyê xwendî ye.
* Ji zaroktiya xwe xwedan behrî bû û hîna bi Kurdî berdewam e.
* Ji sala 1996- an ve li Elmaniya dimîne.
* Li Elamniya Floristik xwendî ye û di sala 2004- an de Diplom wergirtî ye.
* Ji sala 2015- an de, ew ji  desteya birêvebir a Pênûsa nû ye .
* Ji Endamên Yektîtiya Nivîskar û Rojnamavanên kurd li Sûriyê ye.
* Ji bilî helbestan ew Gotara jî dinivisîne . Piraniya gotarê wê di malper û rojnamegeriya Kurdî de, hatine belavkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…