Helbest u pexşan

HESTÊN BASKOKIRÎ


Şêrîn Saado –paris

Mîna zarokekî li ser şîr
Bihna dayika xwe
Bi zîzî
Di pelînim
Ta ku di hêlîna
Himbêza wê de
Binivim  …

Mîna  pelên
Pirtûkeke rizyayî
Li ber
Xapên bakî derewîn
Dilerizim belavdibim …
Nema dizanim
çilo perçên giyanê
Xwe bi hev xînim …
Ji ser şopa gavên
Xatirxwestinê
Nîgarên xwe
Bi civînim   …
Ezê çilo
Biskên hestên xwe
Ji nav tiliyên hestên te
Bikşînim
Ezê çilo wêneyên
Xeyalên xwe
Ji kevalên helbestên te
Derînim    …
Û çilo .. çilo
Ezê şemalên
wêneyên te
Di mihraba
çavên xwe de vemrînim …

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…