Helbest u pexşan

Aşopên bêdengiyê û bêdengiya ku deng e !


Mizgîn Hesko

Bêdengî…
Deng e !
Û tenêtiya bi hilma
Kulîlkên bêdengiyê
Tije…
Mey û beng e!

Bêdengî…
Deng e !
Ne sazketî
Û çikiyaye…
Dilê stêreke
Ku ji asîmanê xwe xurcî
Li nihêniyê bê ser û ber
Çirawîskên ku bûne
Belgên asemînan
Û li rêgehên tarîbûnê
Û bîna ku
Spî, spî rijiyaye !

Xarên…
Ku di gewiriya ristê de
Helawistî !
Û bêdeng
Ji keskahiya dilên
Hostayên ciwankariyê
Û destên bê tilî
Ku şûşeya şevê
Berhev dikin…?!

Û Bêdengî…
Tabloya xemilîn
Û nîşanber e
Bi şêwekarî
Tiliyên ducanî
Li ser henaseyên rêyan
Û keviyên daristanê
Berbangê
Nîgar dikin…?!

Û Bêdengî…
Deng e!
Bi tena serê xwe
Di cengê de
Huner û ceng e !

Êdî xuşîna daristanê
Nabihîzim
Axa ku daran
Di himêza xwe de
Hildigire
Bang û olan dide
Û nalîna bêdengiyê
Ya can û şeng e !

Û Bêdengî…
Leşkerê rojê giran
Bê şûr û mertal e !
Di kûrahiya bejnên westiyayî de
Şervan…
Û namzadê
Kubar û herî şepal e !

Û ev can têkçûyî
Û bêdengî…
Ne têkçûn e
Ne dilsarî ye
Lê mijûlbûn e !

Dilê ku hînî
Peyala bêxewiyê bûye
Aşop…
Tarîgeh…
Û bêdengî…
Ron û şemal e !

Û pêlên…
Ku beravan
Dagirtî xirecir dikin
Û hêrsa…
Ku qeyikên biçûk
Dadiqurtîne…
Pêlên bê hedan
Û hêrsa …
Ku ji sînga latan dixwe
Û kirasekî din
Li heyînê dikin !

Pêlên…
Ku êdî li wir
Naçikin
Lê hino, hino
Ber û paş ve
Vedigerin
Û herî dawî
Hêmin û aram
Dubare
Radikevin !

Pêlên bêdengiyê ne
Û ne xemgîniya dizek e
Ku hiş û giyanê
Dide bager û talanê
Û tiliyên bêdengiyê
Siherebaz in !
Me şilfî, tazî
Tavêje
Davên sirê
Û herikîna baranê !

Û Bêdengî…
Hêzbûn
Û ne têkçûn e
Bi nazikî
Dêmên Gulan
Dibişirîne
Û Bêdengî…
Bext
Û bextewarî ye
Di çavan de diçirise
Û hin caran
Wan dide
Şabûna giriyanê !

Û Bêdengî…
Ne ker
Û ne jî lal e
Hela xwe ji kenarên gulên sorî, tarî
Bidin alî
Ravekirina bêdeng
Û kesixandina bişkojên peyvê
Karê min e !
Vekolana
Xalên razber
Barê min e !

25. Rêbendan 2022.

………………………………………………………………………………………………

•Ji Surperiya zîvê sihirdar. Avdar 2022. SerSera. Berlin.
  Havîn 2023. weşanên NA. Izmîr

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…