Helbest u pexşan

ŞEVAN JÎ BIHIJMÊRE


Ereb Ereb Horê

Tinazê xwe li min bike, ji te
Dilteng nabim, sibe wê hinek
Li te jî bikenin, çarlepiya te
Li bîra te tê, dema tu diveterisî
Laliya mast bi te ve dirijiya
Tîqetîq bi ser malê diket

Min jî carcaran, li kolanê mîz dikir

Weku nimûne, ew roj ji me
Şemitîn, ta nuha jî ji me dişemitin, heyran
Şevan jî bihijmêre, ma roj
?Bi tenê temen dixwin
Nuha ne ez, ne tu
Em ne em in! Nuha li Efrînê
Bazekî bêbask, pencê wî demûş
Nikilê wî, di nava kevzê de
Ez im
Şingal jî êdî ne pakîze ye
! Birako
Wîîî ji bîra min çûbû, min ji te re
Negot li Kerkûkê çi bi serê
Min hat, hama başbû te ne dît
Gewriya min zuha,lûle li nav
Çavê min
!Tilî li ser surmê, gidiyano
Te digo qey ez kurê jinbavê me
Bazirgan jî, li wir kombûbûn
Nîzîkî rê dimîztin.
&&&&&&&&

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…