Helbest u pexşan

BEKO Û XEYRÎ

Ehmed Tahir

Beko te çikir?
Xeyrî te çikir?
We çi bi serê me kir?
Îsal wek par e
Par wek sed sal e
Her ev çîrok e
Her ev hal e
Genmê we çandî
Sinbila val e

Îro,hezar Beko
Gel hezar Xeyrî
Tovê wan lidar e
Pir jîr û zîrek in
Bazirgan in
Em xistin bazar e
Ser me dilîzin
Ser hestê me dimîzin
Bi çend
Gotinê tewş û val e
Berê me dan çiravê
Lingê me xistin davê
Hezkirina welat kuştin
Xwîna me tev miştin
Bûne dostê neyar e
Sed derew û teşqel e
Li me dikin rojan e
Lome nabin ji gur
Mî kuştin
Li vir û li wir
Beran li pey kerê
Me vedgerînin
Dema berê
Hem êl û hem ol
Îro em bûne fûtbol
Di nav dest û linga
Li me çûn sed gol
Barê giran
Aqilê sivik
Ne hesp e
Ne xwarin e
Ji bo çin e
Axur û tivig
Mêrik bi taxim û hevsar e
Xwedî pişk û par e
Ser pişta me siwar e
Cem dijmin û neyar e.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…