Peyva Lewend Hisên Di Salvegera Yekemîn ya Şêx M.Maşûq de

Xoşk û Birayên hêja:
Malbat û Dostên Şehîdê Nemir:

Em wek Komek ji çalakvan û nivîskar û rojnamevanên Kurd, yên ku piştî kuştina Şêxê şehîdan, ji ber çalakiyên me, çi di roja anîna Termê şehîd, û ew kar û peyvên me di bin konê şinê de, û nivîsarên me li ser daxuyaniya rastiya Kûştina şêx, û dadekirina berpirsên ewî gunehê mezin.
Rêjêmê di riya liqê parastinê re, ez û hevalên min bi biryarek çewt, em dûrî cîwarê me kirin. Lê bi van biryarên nijadperest wê nikaribin, bandorê li kar û xebata meyî kurdayetî bikin, û tûcarî em ji kurdîtiya xwe fedî nakin, û emê ne poşmanbin ku xebatê ji bo gelê xwe bikin, em ji Şêxê şehîdan ne çêtirin (Haşa).pêrejî em li vir li rex canê Şehîdan, li goristana şehîdan, (Ez pêşniyar dikim ku navê vê goristanê bibe Goristana Şehîdan), em soz didin ku li gor hestê netewî, yê şêxê şehîdan, kar û xebata xwe berdewamkin.
-amadebûwanê hêja:
– nûnerên tevgera Kurd:

Di salvegera şehîdê serhildanê şehîdê birîndaran Şehîd Fehad Sebrî, şêx weha peyivî:”Heger hin dixwazin bîranîna mirinê bikin, ez ne ji wan
kesa me, ez yek ji wan kesê ku naxwazin bîranîna mirinê bikin, lê ezê bikim, dema ku em mirinê bikin jiyan..”.
Em jî wek şêxê şehîdan dibêjin: ji îro û pêde, qîma me nayê ku hûn şehîdên xwe jibîr bikin, xwîna şehîdan dilopin ji bo avdana mafê me.
Em bawerin wê kuştin û girtin berdewam bike, lê gereke em ji kuştin û girtinê netirsin, em mafê xwe dixwazin, emê çibikin ji vê jiyana ku hemî li dor me bûye kuştin û zindan, emê li ser çi bi tirsin, çi me ye em li ser bi tirsin??
Di dawî de banga min ji we hemiyan re, û bi taybetî rêberê gelê min: gereke, hûn ewan daxwazên şêxê şehîdan bi cîbînin, ew daxwaze sereke ku gelê we ji we dixwaze: peyva xwe bikin yek, mafê gelê xwe wekû gel û xak bi xwazin, xwîna şehîdên xwe jibîrnekin, îro roj roja kurda ye, heger we ev delîve ji destê xwe berda, êdî ne ez û ne gelê me û ne jî dîrok wê dilovaniyê li we nekin.
Û zor supas ji guhdariya we re

Qamişlo 1/6/2006

Lewend Hisên

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...