Pirtûka nû ya Hunermendê Kurd Kamîran Ibrahîm li Hewlêrê derket


Besam Mistefa / Hewlêr

     Di roja 25 meha 6an pirtûka diwemîn ya hunermend ê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê mamoste Kamîran Ibrahîm li Hewlêr ê  paytexta Kurdistana Iraqê ya federe, ji layê Instûta Kelepûrê Kurdsitanê ya girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê li herêma Kurdistanê , bi navê ” Çilawaz ” derket .
Pêşgotina pirtûkê ji layê birrêz mamoste Wirya Ehmed –mamostayê Muzikê li Instûta Keleporê Kurdsitanê û hem ji layê Dr. M.E.Zaza –berprisê beşê lêkolîn û xwendinan li Instûta navbirî ve hatiye nivîsandin . ” Çilawaz ” 40 stranên kurdî yên resen û filkilorî û millî bi xwe digire .Bi taybetî yên van herêman Eynkafê – Bişêriyê – Xerzan – Elikan – Serhedan û Cizîra Botanê . Ev in hinek stranên pirtûkê : Werin Dîlanê Esmer , Keleşo , Ez Xelef im , Zeynokê , Lê Nûrê , Leylê , Lo Şivano , NarêCan , Şemamê . Stran tevlû notên xwe yên ku ji alyê nûser K.Ibrahîm ve hatine çêkirin cihê xwe di pirtûkê de digirn , tev li gotinên stranan yên ku bi zaravê Kurmancî û bi herdû tîpên Erebî û Latînî ne .

Hêjayî gotinê ye ku hunermend Kamîran Ibrahîm di sala 2003an de , pirtûktk bi navê ” Awazên Keskesorê” derxistibû .

Hunermend Kamîran Ibrahîm kî ye ?

*Hunermend Kamîran Ibrahîm li gundê Letîfiyê nêzîkî bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê, sala 1965an ji dayik bûye .

* Sala 1980 dest bi jenîn û  goranîgotin kiriye .

* Sala 1987an bawernama amadeyî ya beşê zanistî li Sûriyê wergirtiye .

* Koma muzikê ya ” Senabil” sala 1988an damizrandiye , ku beşdarî çendîn boneyên niştimanî û netewî kiriye .

* Sala 1990î koma “Buhar” ya muzikî damizrandiye .

* Serperiştê rahênanên koma- Xelat- ya Filiklorê  Kurdî  bû , û bi sedan ahengî millî û festîvalên niştimanî û netewî beşdar bû li Qamişlo û Heleb û Lubnanê .

* Li Bingeha hunerî muzîkî ser bi xwendinî taybetî wezaretî perwerdeyê li  Sûriyê ji layê  Dr. M.E . Zaza, li Qamişlo xwendiye û sala 2001 tewaw kiriye .

* Wek mamostayê amîrê buzq , tenbûr û baxleme li Bingeha hunerî muzîkî ta sala 2004an kar kiriye .

* Kitêba wî ya yekem ” Awazên Keskesorê” ji stranên  Seîd Yûsiv li Bingeha  hunerî  li Qamişlo sala 2003an derçû .

* Li Festîvala  Muzîka  Millî  ya Silêmaniyê –Kurdistana Iraqê sala 2005an beşdarî kiriye û tê de xelata rêzlênan wergirtiye  wekû jenyarekî amîrî buzq .

* Niha çavdêriya koma muzîkî ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê dike .

* Herweha serperiştiya rahênanên zanîngeha Selahedînê dike .

* Niha li beşê muzîkê kolîca Hunerên Ciwan li zanîngeha Selahedênê Dixwîne .
 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…