Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilvîn
Li gor vexwendinekê ji layê Birêz Ebdil Helîm Xeddam û birrêz Elî Sadredîn Beyanûnî , civîneka rawêjkarî ji çend hêz û kesayetiyên opozisoynê re hate lidar xistin , ji bo goftûgokirina rewşên ku encamên pêşveçûnên li Sûriyê dibin , herweha planên karên opozisoyna li Sûriyê di dema bûrî de hatine pêşkêşkirin , di nav de Hevpeymana Niştimanî û Daxuaniya Şamê ; guftûgo derbarê pêşketina karê opozisyonê li Sûriyê û pêdiviya yekkirina kedên wê û danîna rêbazeka pratîk bo pêkanîna armancên wê derbarê guherîna xwestî û avakirina rêjîma demokratîk de .
Ji ber hindê ku beşdaran biryar dan bi damizrandina ” Eniya Felata Niştimanî ” û danîna belgeyekê ku armanc û mekanîzma karê wê hembêz bike . Eniya Felata Niştimanî , tevahiya hêzên opozisyonê vedixwîne bo arîkariyê , di çarçeweya Eniyê de yan pê re , ji bo bicih anîna daxwaz û hêviyên milletê me di guherandin û felatbûna ji rewşa niha ya ku Sûriyê lawaz kiriye li beramber hevrikiyan .
***
Sûriyê îro rastî metirsiyanên ku hêj berê nedîbûn , tê. Weke encama siyasetên şaş û çewt yên ku rêjîma deselatdar meşandin , ta ku welat gihandine rewşeka ku yekîtî û asayişa wê ya niştimanî tev li pêşroja milletê wê û yekgirtina wî di biveyê de ne .
Pêwîstiya Sûriyê ji rizgarbûna ji rêjîmeka zordest û gendel , paraztina wê ji du biveyan tîne holê : ya yekemîn hundirîn e di verêjên rêjîma heyî de dixuye , ya ku bû sedemê qelskirina welat û çespandina rewşa paşketin û kizbûnê , û rêgiritna projektên geşepêdanê di hemî biwaran de …….diwemîn jî derveyî ye , bi ser welat de hat ji encama biryarên heme hema û ne berpirsiyar , yên ku welat xisitine orta metrisiyanê de , û behane dane bendewranan , da ku gefan li erda welêt û serdestiya wî bixwin .
Gelê Sûrî vexwendiye îro da ku stûbariya guherîna demokrasiyane hilbigire , û hêzên civakî û konevanî yên zindî jî berpirsiyar in di aktîvkirina tevgera guherînê , û bikaranîna enerjiyên millet da ku guherîn bibe rastiyeke li ser erdê ji bo rûxandina zordestiyê û avakirina Sûriya nû , mîna welatekî serdest û serbest , ji hemî pêkhatiyên xwe re be .
Projekta Guherîna Niştimanî xwe dispêre hêzên gelê Sûrî yên subjektîv , û sûde werdigire ji heyama navneteweyî û herêmî ya guhertî …..li gor van mekanîziman :
Yekemîn : Kifşkirina rastiya rêjîma deselatdar , weke rêjîmeka sitemkar û xirabbûyî ….li pêşiya dinyayê tevî , ji bo hilanîna çerçevê li ser û rawestandina piştgiriya wê .
Diwemîn : Riswakirina sextebûna binvakirinên ku rêjîm xwe li paş wan vedişêre li pêşiya cemawer û elîtên Erebî , di riya kifşkirina siyasetên radestî û serjêriyê , û jidestxistina prensîp û pêdariyan , yên ku wan pêktîne ji bo paraztina hebûn û berdewamiya xwe , da ku cemwerên ummetê wê bi rastiya wê nas bikin nek di riya binavkirinên derewîn yên ku dem bi dem wan bilind dike .
Sêyemîn : Pirkirina danûsitandinan bi birayan re li welatên Erebî , ji bo diyarkirina renckêşana gelê Sûrî û dûrahiyên wê : Yên mirovane û siyasî û aborî , û stûbarkirina wan bi berpirsiyariyên wan yên dîrokî û netewî .
Çaremîn : Riswakirina binpêkirinên beloq ji mafên mirovan re li pêşiya rêxistinên mirovane û dezgehên civaka sivîl li cîhanê , û kifşkirina dokûmenel ji gorên komekî , û komkujiyên herî mezin , û dosiyên hezarên windabûyan , û azarkêşana girtî û koçkiriyan … û karesata mirovane ya tevahiya gelê Sûrî di bin rewşa twari û yasayên urfî û dadgehên awarte , û belengazî û bêkarî û gendeliyê de .
Pêncemên : Danîna bingehên gotareka ragihandinê ya germker , ku tevahiya beşên opozisyonê destpê bikin , û dabînkirina mekanîzimên danûsitan û rêçikên wê , ji bo gihştina dîrekt bo gelê Sûrî , û rizgarbûna ji wîsayeta alavên ragihaninê yên din , yên ku konevaniyên xwediyên wan, wan birêdixin …..ev tev ji bo gihandina gelê Sûrî bo rewşa ””””””””””””””””isiyana sivîl , ya ku em wê despêka praktîk ji guherîna niştimanî re dibînin .
Şeşemîn : Gotara ragihandinê ya germker guhdide bi tevahiya pêkhatiyên gelê Sûrî , û bi van bingehan ewle dibe :
– Guherîna aştiyane ya demokrasî ji hundir ve – Sûriyê ji bo hemû zarokên xwe ye . – Hevwelatîbûn girêdana erk û mafan e .
Heftemîn : Hêzên opozisyonê li hundir û derve komdibin bi civîna li ser armancên berfireh yên hevbeş bo pêkanîna guherandinê , û tev ewlebûnê bi sindûqên dengdana azad ya adilane tînin …..lêvegerek bi nîgaşkirina nîşanên pêşroja xwestî .
Heştemîn : Dûrgirtina tevahiya rengên ramana totalîter , û hemî projektên rehkorkirin û jinavbirinê , bi çi behanê bin , û qedexekirina bikaranîna tundûtîjiyê di praktîkirina karê konevanî de .
Nehemîn : Eniya Felata Niştimanî xêrhatina hemû pêkahtî û tiwêjên civaka Sûrî ya azwer bo azadî û guherînê bo tevlîbûna wan berbi Eniyê û karkirin di çarçoveya lihevkirinên wê de .
Dehemîn : Akam û mebesta guherandina niştimanî ya xwestî ev e : Avakirina Sûriyê mîna dewleteka sivîl û nûjen ku rêjîma wê ya siyasî li ser bingeha hevpeymaneka civakî bête avakirin , ku ji destûreka dîmokrasî derbiçe , û li ser bingeha tedawilkirina aştiyane bo deselatê , û hevwelatiyê bike girêdana di navbera erk û mafan de .
Yanzdeh : Amadekirina alternatîvê nitşmanî ji aliyê wênekirin û heykeliyetê ve …merceke ji mercên guherînê û bingeheke ji binegehên wê û mekanîzimeke ji mekanîzimên wê yên sereke , bi armanca dûrkirina sîbera kaos û şerê sivîl , ya ku her û her rêjîmê tirs pê kiriye û xwe li piştê çeperkiriye da ku hebûna xwe biparêze .
Diwanzdeh : Siyaseta cudakirin û jinavbirin û tenêhiştinê ziyanên herî mezin peyde kirine , yekîtiya niştimanî şikand , û di pêşiya van ziyanan de sitemkariya bêhempa ya ku bi serê milletê kurd de hevpişkên me di welat û çarenûsê de , hat .Ev tiştê ku pêwîst dike ji holê rakirina sedemên zordariyê û çareserkirina encamên wê di çarçoveya yekîtiya niştimanî de , û di pêşî de bikaranîna mafên xwe yên siyasî û rewşenbîrî wekû hemî pêkhatiyên civaka Sûriyê .
Sêzdeh : Teqezkirina rola jinê ya sereke di komelgehê de , û peydekirina şert û mercên objektîv bo dabînkirina bikaranîna wê ji hemî mafên xwe yên konevanî û sivîl , ji bo pêşxistina welat û bicihanîna pêşveçûna wî .
Çardeh : Baldariya bi amadkirina nifşên nûhatî , û geşkirina çanda wan ya demokrasiyane wekû rêbaz û pratîk , û perwerdekirina wan di riya amadekirin û rewşenbîrî û xwendinê de , û peydekirina derfetên kar bo wan , û hevparkirina wan di jiyana giştî de , û çespandina giyanê stûbariyê li nik wan .
Panzdeh : Baldariya bi çareserkirina rewşa aborî di hemî melbendên wê yên mewdanî û maddî û pîşesazî û kiştûkalî û xizmetguzarî , û destberdana geşepêdana giştî , û ji holê rakirina astengên yasayî û îdarî li pêşiya projektên sektora taybet , û ewlebûn bi bingeha aboriya bazarê , bi haydariya ji bo balanasa di navbera herdû dûrahiyên aborî û civakî de , û teqezkirina ku çaksaziya aborî pêwîstiyeke niştimanî ye li gor renckêşana gel , û bilindbûna buhayan , û belavbûna bêkariyê …tiştê ku zêdekirina dahatiyan pêwîst dike tev li peydekirina derfetên kar û dabînkirna pêdiviyên sereke yên gel .
***
Eniya Felata Niştimanî bi vê nêrîna hanê ewle dibe di biwarê têkiliyên Erebî û Filistînî û Navneteweyî de :
Colan a Dagîrkirî û Doza Filistînê :
Yekemîn : Enî ewlebûnê bi vegerandina Colana sala 1967an dagîrkirî tîne û wê dixe serê stûbariyên xwe de , û berxwedana mirovên me li wir bihêz dike.
Diwemîn : Enî piştgiriya milletê Filistînî dike di xebata wî ya ji bo vegerandina mafên xwe yên niştimanî de , di nav de mafê wî di vegerê de û mafê çarenûsî û damizarndina dewleta xwe ya serbixwe li ser erdê xwe ku paytexta wê Qudis e , li gor biryarên Netewên Yekpûyî yên têkildar de .
Di Warê Siyaseta Erebî de :
Yekemîn : Vegerandina hevgiritn û pêwendiya birayane bi dewleta Lubnana bira re, ya avakirî li ser berjewendiyên hevbeş û têkiliyên dîrokî di navbera herdû milletan de , li ser esasê têkiliyên biratî û cînartiya baş de .
Diwemîn : Rawestandina konvaniyên bidestxistina birayên Ereb , û beskirina têkilbûna di barodoxên wan de , û hewildana bo hevalkariya Erebî li ser bingeheka xurt , di riya aktîvkirina hevpeymanên arîkariya rewşenbîrî û aborî û zanistî , ta gihîtşina tewawbûna aborî , û di nav de hevpeymana Bazra Erebî ya Hevbeş .
Sêyemîn : Enî piştgiriya gelê Iraqê dike di kedên wî yên ji bo paraztina yekîtiya wî ya niştimanî de û bicihanîna serxwebûn û serdestiya wî de û bidwaîkirina dagîrkirinê , û damizarndina sîstema demokrat ya ku garantiya herî baş e bo dûrgiritna biveya nakokiyên tayfegerî û nijadperestî yên ku gefan li deverê tevî dixwin . Herweha , Enî palpiştiya hemî kedên ku berbi aramiya Iraqê ve diçin , dike , û bihêzkirina yekîtiya wê ya niştimanî , û avakirina rêjîmeka demokratî tê de , ev hemî pêşveçûnên gotî dikarin xwekişandina hêzên dagîrker xurt bikin , û serxwebûn û serdestiya wî ya niştmanî li ser xaka wî biparêzin .
Di Warê Pêwedniyên Navneteweyî de :
Yekemîn : Enî xwe bi hevpeymana Netwên Yekbûyî û biryarên wê ve girê dide , tev li hemû hevpeymanên navnetewî yên ku hikûmetên Sûrî yên pey hev ew îmze kirine .
Diwemîn : Enî bi hemû hevpeyman û sozdanên navneteweyî , yên dualî yaxud tevahî , yên ku hikûmetên Sûrî yên berê bi wan ve girêdayî bûn , girêdayî ye .
Sêyemîn : Enî ewlebûnê bi siayseta diyalogê tîne , bo dabînkirina berjewendiyên Sûriyê û bergeriya mafên wê li gor yasaya navneteweyî û bingehên wê yên giştî , dûr ji biveyên ku berjewendniyên welêt ziyan dikin .
***
Bernameya Tenfîzî ya Karê Niştimanî
Hêzên konevanî û civakî û aborî û fikirî li Sûriyê mûbadereya damizrandina hikûmeteka intîqalî dikin , ku amade be bo îdarekirina welêt di dema şayiste de bigire destê xwe , û stûbariya paraztina welêt ji tevlîhevbûn û tavilê nakokiyên hundirî bigire milê xwe ,û erka herdû deselatên teşrîî û tenfîzî bicih bîne , û parzatina deslatdariya dadvanî da ku rola xwe pêkbîne di warê berevaniya mafan de û pêşxistina sawa dadgeriyê li ser xelkê , hêjî ev hikûmeta intîqalî bi van karûbaran radibe :
Yekemîn : Ji holê rakirina destûrê sala 1973an bi hemî çewtiyên wê , û ewlebûna bi destûrê sala 1950 î wekû lêvegereka bingehînî intîqalî , ji hemû karpêk û siaysetên xwe re .
Diwemîn : Hilandina rewşa awarte ya bikarhatî ji sala 1963an ve , û nehiştina tevahiya rengên dadgehên awarte .
Sêyemîn : Ji holê rakirina yasya hijmar (49 ) ya sala 1980 î , ya ku ferman dike bi bidarvekirina çi endamekî Komika Birayên Musilman .
Çaremên : Serbestberdana hemî girityên konevanî , û diyarkirina çarenûsa windabûyan û vegerrandina rêzê li wan û tewîzkirina mirovên wan , û vegerandina mafên sivîl ji yên ji wan bêpar ji ber sedemên siyasî .
Pêncemîn : Nehiştina hemî biryar û fermanên ku vegera hevwelatiyên Sûrî bo welêt qedexe dikin .
Şeşemîn : Dana nasnameyê bo yên ji wê bêpar yaxud ji wan hatiye sitendin .
Heftemîn : Derxistina yasayekî bo partî û komeleyan ku ji bo hevwelatiyan mafê rêxistina jiyana wan ya siyasî û civakî dabîn bike , li gor nêrîn û bawerî û bijartinên wan , bi hemahengî di çarçoveya destûrê de .
Heştemîn : Nûsîna yasayekî bo ragihandinê ku azadiya ray û derbirrînê di çarçoveya destûrê de dabîn bike .
Nehemîn : Derxistina yasayekî bo hilbijartinan , ku azadiya hilbijartinê li gor nûnertiya nisbî dabîn bike bi ewlebûna hijmartina parêzgehê mîna dezgeheka hilbjatrinê , ji bo dabînkirina beşdarbûna tevahiya pêkahtiyên gelê Sûrî .
***
Piştî ji holê rakirina rewş û yasa û karpêkên awarte , û nûsîna yasyê ragihandin û partî û hilbijartinan ..hikûmeta intîqalî dê hilbijartinan lidar bixe bo bijartina Komeleke Damizrêner , berî bidawîhatina dema hukimdariya wê , erka Komela Damizrêner wê ev bin :
1- Danîna destûrekî ji welêt re .
2- Ji Komela Damizrêner hikûmeteka ku deselatdairya tenfîzî pêktîne , derdiçe û li pêşiya Encûmen berpirsiyar e .
3- Komela damizrêner deselatdariyên teşrîî bikar tîne .
Birûksel
17 Avdara 2006an .