Berhma nû ya helbestvan Kemal Necim derket

 

Bîstikek Guneh
Çaxê Ku Havîn Hîna Terbû
Berhma nû ya helbestvan Kemal Necim derket

Pitşî qûnaxa çar salan, ji çapkirina pirtûka wî ya helbestê ya yekemîn, ku bi navê KZÎZER bû, pirtûka diwemîn ya helbestvanê kurd Kemal Necim, bi navê (Bîstikek Guneh.. Çaxê Ku Havîn Hîna Terbû, li Şamê hate çap kirin, û gihîşte destê xwendevanê xwe.

Ev berhevoka helbestî, ji 100 rûpelî pêk tê, û di nava xwe de 19 helbest dicivîne.
Helbestên Kemal Necim ji cûreya helbesta kurdî ya nûjenin. Bi zimanekî şayik û sivik hatine nivîsandin. Bi navnîşanên xwe yên dirêj, balkêş û xwyane. Wêneyên helbestên wî, tezene, û bi xweşik bûna xwe, mirov diveciniqînin, û matmayî dihêlin.
Tablo ya qabê, ya hunermendê Kurd Reşîd Hesso ye. Pêşgotina pirtûkê, helbestvan Hoşeng Osê nivîsandiye. Navên helbestên wî evin:
Her Navî Çend Helbestan
Carekê Temenê Xwe Dipîvim / 6
Dastana Egîdekî / 18
Bîstıkek Guneh
Bîstıkek Xwê / 23
Dîsa Jı Hemwelatıya Baranê Re / 25
Şevek Zîv / 28
Xweliya Min Tevnede / 33
Di Wateyan De Kûr Neçe / 35
Sernivîsên Helbesteke Havînî / 28
Sersala Genim / 41
Destnivîs / 44
Bendêmayîn / 49
Sê Vexwendin / 52
Çend Nameyên Kurmancî
Ji Neviya Salarê Xwînî Re / 56
Guhertin / 63
Rojnivîsk / 67
Ji Berf Û Qeşayê Re
Çaxê Ku Havîn Hîna Ter Bû / 75
Şevek Çarşemî, Ku Bi Heyv Be / 79
Ne Xwezî Bi Duh
Bêje Silav Û Derbas Be / 89
Heye Ku Ne Ew Be Jî / 93

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…