Bangek ji pîkaso re


Dildarê Mîdî

Pîkaso:

Hevalê delal
dostê aş‏tî xwaz
mirovê mirovan
evîndarê evînê
aş‏iqê jinê
ka were  ,were
were bibînê
ka ev çi jine

ev çi mirovin
çi reng mirovin
ev çi cîhane
ev çi dûmane
mij û morane
ev çi lîstikin
ben û ristikin
me hembêz dikin
ka  were cem min
ji tere mêjim
ji min netirse
Ez ne xwîn rêjim

Carkê wer
dîsa vegere
te nafroş‏im
bi komê pera
ne Ewropîme………..
nE asyewîme………..
nE EfrîQîme………..
nE Emrîkîme………..
ne wek kesîme……?
Wek tu devera……?
Dê were canim
Ez bi heyranim
Ez bi  bêjim
Vekim birêjim

Di zanim ji min tu fedîkarî
Bê dest hilatî bê kêr û çarî
Tenê ji te hat kevoka aş‏tî
Li gelên cîhan te kir diyarî
Kevoka sipî kete cîhanê
Di nav Qirêj mij û moranê
Kuliyêberfe tavê didanê
Hezar mixabin kesî nasnekir
Ta xwediyê wê derî venkir
Pêre  ne kenî xwe pê çênekir

Cave xwe Girtin
اi dil kevirin
Ji hevre Gotin
Dilê  xwe sotin
Ava riwê xwe
Wan di Qetandin
Li Bazara re‏
Erzan firotin
Belê di Gotin
Ev weşak çûke
Gelek bi çûke
Bi xemla bike
Basik ş‏ikandin
Kete hêwanê
Li vê meydanê
Kû çi  kû Gûra
krî‏ berdanê
Ji nav lepên hev
Xwe‏ di revandin
Ew devê bi xwîn
Tevde çirandin
Min bi tena xwe
Hêsir barandin
Hêsirê xwînê
Ji kerb û kînê
Min di palandin
Gurzikê derdan
Ji deş‏ta xeman
Min di civandin
Li Gora a‏ştiyê
Li ber kêla ‏ex
Min kom di kirin
Min di reş‏andin

Min di re‏andin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...