Buhara (5) pêncê ya Govara Hevind seyrangehên xwe vekirin.

welatê me

 

‏‏van rojan û bi geşbûn û xweşbûna buharê re, guleka nû di gulzara rewşenbîriya kurdî de bişkivî, jimareka dî ji Govara Hevind çavên xwe vekir û bêhna gul û kulîlkên heyva Nîsanê li dildarên gulzara kurdî barand .
Vê carê jî ji nû ve jimara (5) pencê ji Govara Hevind li Rojavayê Kurdistanê ket di nava destên xwendevanan de Govara Hevind govareka folklorî û rewşenbîriye, ji aliyê birrek ji xemxwar û dilxwazên peyva kurdî û zimanê wî yê şêrîn ve tê derxistin .

jimara vê carê jî wek jimarên dî bi babet û mijarên renge-reng û cîwaz hatiye berhevkirin .
Govar ji (50) pêncî rûpelên desta navê hatiye çapkirin û ew rûpel bi gotar, çapemenî, helbest û çîrokan hatine xemlandin û dewlemendkirin .‏

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…