Berhemên Nû

Rojnamevanê kurd Sîrwan Hecî Berko bû peyamnêrê fermî yê RSF

welateme.net 

( welateme.net – amude.com) Rêxistina peyamnêrên Bêsînor ( Reporters without Borders, RSF) ji bo agehdarkirina li ser rewşa medya û azadiya raman û derbirînê ya medya û rojnamevanên kurd peyamnêrek teybet destnîşankir .peyamnêrê ku ji vî karî re hatiye binavkirin , rojnamevanê kurd yê çeleng û jêhatî Sîrwan Hacî Berko ye .
Sîrwan Hecî Berko rojnamevan û nivîskarekê kurde, ji rojavayê kurdistanê ye û li derveyî welêt dijî, kar û bizaveka berçav di warê ragihandina kurdî de dike û berpirsê Malpera (amude.com) ya ku bi roleka beriz û bilind di belavkirin û gihandina nûçeyên serhildana (12) avdarê de lehîst û wek jêderkê bingihîn ji agehdarî û nûçeyên rast û durst re hate xuyakirin û bû zarê serhildayan û deng û rengê wan gihan de tevaya cîhanê, eve demeke rêzdar Sîrwan bi RSF re bizavdikir û bi wan re dixebitî, lê ji îro pê ve wek peyamnêrekê fermî yê RSF wê agehdariyan li ser binpêkirinên mafên raman û derbirînê li kurdistanê, Sûrî, Iraq, Iran û Turkiyê bigihînê RSF ê . û herweha RSF wê nûçe û daxuyaniyên xwe bi zimanê kurdî di Malpera xwe de ( www.rsf.org ) bi weşînê .
Peyamnerên Bêsînor rêxistinek navnetewiye, navenda wê li Parîs peytexta Firensayê ye û li gelek welatên cîhanê nivîsîngehên wê jî hene, RSF rêxistineke ji bo azadiya çapemeniyê ye, ew ji bo li dijî binpêkirina mafê derbirînê di xebitê û balê dikişînê  ser girtin û bin pêkirina mafên rojnamevanan û kesên ku di medyayê de di xebitin .
 Em jî bi navê Malpera Welatê me pîrozbahiya rêzdar Sîrwan dikin û vê gavê weke destkeftiyeka balkêş ji azadiya raman û derbirînê re dibînin, bi hêvîne ku ew di vî karê xwe de serbikevê û xizmeta peyva azad û ramana serbest bikê  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…