Şêrîna min

Bavê helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

evîna te dibîstane
ew çavên te gulîstane
min divê şagirtê Jîr bim
ez dixwînim gulîstana
şêrîna min
ro ji rûyê te bi şerme
sor ji dêmên te ye
afîtab bi kovane
berfa sipî çi xezane
melûl dil bi kul
tê xwar ji ezmana
sipîbûna wê
ji aniya te ye
gotin ferhenge
şêrîna min
nazik çelenge
bi şûx û şenge
ebrû xwar bin
nerîn cenge
xwîn şêrîna min
seroka ciwana
di dil de ye evîna te
di dilê Dil de
evîna evînê
ger ji min tû hez dikî
hej axa welatê Min bike
ger tû bêrya min dikî
bêrya tekoşînê bike
ger tû nama ji min re rêke
pesnê Xwerista kurdistan bide
ger tû min di bîra xwe bîne
zêwa û helbçe ji bîr neke
ger bi min tûser bilindî
kurdim ji kurdistanim
şagirtê Bêkes û cigerxwînim
serokên helbestvana
şêrîna min
kengî kurd
serfîraz bi bî
ne bi xwezî û ne bi lava
tê bi be bûk azim zava

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…