Berhemên Nû

Dêrika Hemko û simînareka Dîrokî

Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

Di çarçêweya geşkirin û pêşvebirina rewşa çanda kurdî û herweha li ser berdewamiya zincîra kar û çalakiyên heyvane yên Guropa Dêrikê ya çanda kurdî .
Di roja 11-5-2006 ê de simînareka dîroknasî ji aliyê dîrokzan û lêkolînerê kurd ve Dr. Faroq Ebas Ismail ve li bajarê Dêrika Hemko hate sazkirin .

Di simînarê de birrek ji nivîskar, helbestvan, rewşenbîr, xemxwar û dilbêşên çanda kurdî beşdarbûn .

Destpêkê Dr. Faroq kêfxweşiya xwe ji bo amadekirin û pêkanîna vê

 
simînarê li bajarê Dêrikê daxuyakirin .

Di pey re dest bi naveroka kora xwe kir .

Hêjayî gotinê ye ku kor di bin ravekirin û serastkirina van nav û nîşanên xwarê de bi rêveçû :

-jêderên nivîsandina dîroka Kevin

-dîroka siyasî û dîroka şaristanî

– xuyakirina têgehên cugrafî-Soparto, Somer,MîzpotamiyaGelên çiya – Lolobî – Kotî.
– Horî- mîrgeha Orkêş ( Mîtanî – Kaşî – Mîdî )
Dr. Faroq bi ferehî li ser dîroka miletên Soparto û Mîzopotamiya rawesta .
Dawiyê simînar bi pirsyar, têbînî û pêşinyarên beşdaran û bersivên Dr. Faroq zengîn û dewlemend bû û herweha simînar bû cihê dilxewşiya mêhvanan û ta demekî dirêj ji şevê vekêşa.
 
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
Dêrika Hemko 11-5-2006 ê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…