Konê Reşji FKKSê re şand û sipasiya xwe pêşkêşî FKKSê kir ku ew civînek weha taybet li ser şaîrê me yî neteweyî dikin.
Fermo peyama nivîskar û helbestvan Konê Reş bixwînin:
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Xwişk û birayên delal
Çax û dema we xweş û geş be
Ez jî wek nivîskarekî kurd vê çalakiya we ji bo 22 saliya koçkirina seydayê mezin Cegerxwînê Hesarî pîroz dibinim, her bijîn ji bo peyva kurdî a resen.
Hêjano !
Bê guman Cegerxwîn rolek mezin di çand, ferheng û helbesta kurdî de lîstiye. Em bêjin ne bêjin ew bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî, û di her çar perçan de digere. Di wî heyamê xerab de, ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane..Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û hûna û bi mêranî û bi dengekî bilind helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin.Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û hê jî dibêjin.
Mêzekin bê çendîn rola wî di wî heyamê xerab de mezin û diyar bû. Roja îro jî, rola wî mezin û belûye û ji encamên rola wî, di festîvala helbesta kurdî de eşkere xuyaye, ev festîvala ku her sal di 22ê oktoberê de li nav me kurdên Binxetê tê li darxistn, bi hekeftina koçkirina wî, û têde bêtirî 60 helbestvanî helbestên xwe dixwînin, ji bilî yên ku dor nagihêje wan û yên ku amadenabin. Ango roja îro di nav kurdên sûriyê de dor 200-300 kesî heye ku helbestê di hûne û dor 50 kesî dîwanên xwe çapkirine ..Di baweriya min de, ev yek vedigere ser rola Cegerxwîn di navtêdan û pêşxistina ziman û helbesta kurdî de .
Belê, em wiha pêşketin û helbestvan di nav kurdên tirkiyê de nabînin, hem ku sînorek di navbera me wan de hebû û heye û hem ku Cegerxwînek di nav wan de ne bû, Cegerxwînê wan Ehmed Arif bû, wan jî bi tirkî helbest hûnandin bêtir ji kurdî.
Ji rexekî din ve, Cegerxwîn şagirtekî zîrek bû ji şagirtên melayê Cizîrî, ev şagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de, ango Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan de, rola wî zor mezine di pêşketin û berdewamiya afirandina helbesta kurdî de û dawî peyva kurdî de …
Hejano !Em jî, ji dil û can spasiya we dikin, serketinê ji vî karê we yê pîroz re dixwazin û bi hêviya ku hun her dem û gav navdarên kurdan bibîr bînin…
Silavên gerim ji bo we tevan.
Nivîskar û Helbestvanê Kurd
Konê Reş
Qamişlo 03/12/2006

Şîrove (0)