Evîneke bê sînor

Simko

Min ji te heskir
û ez bûme evîndarê te
Roja pêşî kû ez bîrewer bûm
Da bibim vîndar
Û bibim vîndarê te …

Vîndarê xaka te …
 Vîndarê vîstevalê te …
 Kû di bin siya şevên newroza de
 Di hatin damezrandin.???
 Li kengelo …tilêlûnê…???
 Zixata kul û xema…???
 Bi dengê tilîlî yên jina…??
 Helbest min dixwendin.??
 Wê hingê min ji te heskir.?
 Û ez bûme vîndarê te!.?
 Û te rayê işqeke bê sînor
 Te Ji nîva dilê min berda.
 Û te hişt kû ji te hes bi kim.??
 Û tu bûyî sedema heskirina min
 Heskirina pêşîvaniya rojên newroza
 Dêrika hemko tilxenzîr bi kim???
 An pişikdariya rojên avdara girê sipî bikim
 An vîstevalên helbesta.???
 Li efrîn û qamîşloka evînê ?
 Û tildara her dem şîn.?
 Û te ez gelek bezandim.?
 Û te ez westandim .????
 Lê bazdana min ji bo teye
 Ji ber ko ez ji te hesdikim.???
 Û dixwazim te himbêz bikim
 Ji bo xUnce gula xwe .??
 (bişkoja)xwe bîn bikim.?
 Û bila istiryên li dor ceng û perên te
 Di rayê dilê min re herin.?.
 Da peşkê xwîna mina qurmizî
 Li hinarkê rûyê te bi Kevin
 Û dêmê rûyên te pembe bibin
 Û nûka bila ez bibim candarê.
 Vîna te ya bê sînor….????
 Ji ber ko min ji te heskir.?
 
 
 13/11/2006
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…