Taha Xelîl ji mêjve helbesta kurdî dinivîse … lê dereng ev berhem derxist û wek ku dibêje : ” min birîyar li Amedê sitand .. divê ku ez helbesta xwe bighînim Amedê ji ber ez berî her kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta mine ji mêj ve ..!”
Gelek sal derbas nebûne…
tenê bîst sal…
Pencere ew pencere ye.. .
Zikak eynî zikak e..
hîna ew Dêlî pê ve hildikişe..
hîna dixwaze xwe bighîne te..
gelek sal derbas nebûne..
tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..
tenê demsalan boyağa pencerê weşandiye…
gelek sal derbas nebûne..!
tenê bîst sal..
ma bîst sal çi ne.. ?!!
Leşker
” bo leşkerekî Turk “
hooo leşkero..
Xwedê du dest … du çav dane te..
da ku tu …
bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..
bi herdû destan gulîyên wê ên reş bihûnî…
yan jî bi wan baqê gulan pêşkêş kî..
hoooo leşkero ku tu nezan bî ..
ji xwedayê xwe bipirese..
ew ê ji te re bibêje…
lê tu napirsî …
bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..
û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..
û wênan dikşînî..
Leşkerooooo
ji xwedayê xwe bipirse..
yan jî ku tu bi dil bî..
ji dilê xwe bipirse….