Weke em dizanin ku jina kurd pir zor û astengî dîtiye, carekê ji destê xelkê û cara din ji destê neyaran û ev dide xuyan ku jin di civata paşketî de, xulameke bindeste, wateya jiyanê nas nake, nizane ku rola wê roleke bingehî ye di berdewamiya jiyanê de.
Lewre baweriyek cem jinê çê bûye, ku nikare bi karekî giring rabe û wisa jî jin ma bindestî xelkê, lê di borîna dehên salan, hin bihin jinê di berxwede da û hinekî xebitî ji bo mafê xwe û mafê gelê xwe pêk bîne û xwe da xuyan kun e kêmî mêra ye, bi hêz û ramanên xwe rola xwe stand ji hemû hêlên çandeyî û civakî û sêyasî û alîkariyeke mezin di avakirina civata kurdî ya netewî kir.
Belê .. ev nîşane ku jina kurd hêjaye vekirina dergehên azadiyê, hingî pir vîn û hêzên wê hene ku alîkariya civaka kurdî bike û raweste ligel birayê xweyî mêr , tê weke ku em dibînin li gelek herêm û deveran ku hîna jin dibin dare zor û bindestiyê deye û dive jina kurd bi taybet mirovantiya xwe biçesibîne û çarikê ji ber çavê xwe hilîne, bi xwestina mafê xwe û bi şoreşeke çandiyî rabe û mejiyê xwe rizgar bike û li ser rêçika Rewşen berdewamke.
———
* jêder: rojnama (şepêl) hijmar (7)