April 2026

Nehrî Goranî

Herdu kevokên
Li nav Gulistana
Sîngê te
her ku şevenga min
dibînin
Sirûda dixwînin
sema dikin
Ji zîndana berbendika
derdikevin
berve min difirin
bihinê direşînin.
Her du çavên te,
her ku
Di tî û bejîya xwe de bim
Li kenara Çavên te
keştiya Şeyîda
bi pêlên di deriya çavên te de
melevaniyê dikin
Di kûrahiya çavên zêtûn î de
xwe…

Ehmed Tahir

Bafil meke vê ziyanê
Kerkûk dilê kurdistanê
Dijmin nabin dost û heval
Îro roja berxwedanê

Derman bo me yekîtiye
Doza kurdan biratiye
Heger kurdistan me nebê
Em ê çibkin ji partiye

Axa wellat tev rûmete
Çav girtin jê xiyanete
Çi pilan û çi kêşe ne
Xeta dijmin helakete

Kurdan nexe vî agirî
Dem dijware sêl sincirê
Dîrok bi xwînê nivîsî
Her kes hatî xuya kirî.

Xizan Şîlan

kirasê xeyal û hestên germ

li bejna helbesta qefilî

dipêçim

rayên êşa dilê xeşîm

li nav parsûyên sînga qelişî

gurpegurp in

ji laşê temenê sefîl

xwîna birînên kewnegirtî

diniqute

dîwarê hêviya pêşerojê

hilweşiya

roj li hingura êvarê

<p style="text-align:...

Ebdilmecît Şêxo

Ji stêrên çavên

Hêva min

Ji kenînên stêrkên

Amedê

Mehabad

Duhokê û

Efrînê

Ez wêneya şêrekî pîdar

Bi tiliyên Xwedayê Evînê

Di nav herdu pîsîrên te de

Nîgar dikim

Dilê min bi dil re

Çavên min bi…

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…