TEMEL PIŞTÎ GOTINA OÇALAN WÊ ŞER VEMRE

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala  Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê  Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM Partiyê de ne, yek ji bo Gel, yek ji bo Erdogan, yek ji bo Bahçelî, yek ji bo Serok Mesud Barzanî, yek ji bo General Mezlûm Ebidî Rêberê Hêzên Suriya dîmoqrat.
Temel li ser pêwendiya Oçalan a bi Rojavayê Kurdistanê re anî ziman: pêwendiya Ebdî û Oçalan bi hev re çêbûye, her weha  dan û standinên Oçalan û Şaxa Ewropayê û Qendîlê jî çêbûne.
ji bo helwesta PKK Temel da zanîn: Rêxistin dixwaze, Dewlet dan û standinan eşkere bike, û bîne ziman ji bo ku bibêjin em bûne mixetab.
Temel li ser pêwendiya birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya bi pêvajoya nû re anî ziman: di tifaqa Oçalan û Dewletê de şertekî Oçalan heye ku Kek Barzanî garantor be, Oçalan ji heyeta DEM Partiyê re got, heta hûn şêwira Kek Mesûd ji min re neyînin beyanatên min eşkere nekin, Erdogan jî vê qebûl dike û dibêje garantoriya Kek Mesûd li ser Rojavayê jî hebe û hukmê wî hebe.
wekî din Temel anî ziman ku Oçalan û Hikumeta Tirk gihane hev û paşî ku Oçalan Gotara xwe bi dawê bike wê agirbest destpêbike û êrîşên Tirkî ê li ser Kurdistana rojvava rawestin.
nizanim Ez dibînim ku birêz Temel pir ji xwe bawere û geşbîne, wek ku wî zanyariyên xwe ji Berpirsên payebilind ên hemî Aliyan wergirtîye, her çendî bawerî bi rehetî bi Tirkan naye.
di her rewşê de, eger Oçalan bê şert û merc biryara PKK ya danîna çekan ragehîne, bêyî ku Tirkî himberî vê yekê Tiştekî pêşkêşî Kurdan bike, di vê rewşê de ev peyman dê têkçûnek be û Kurdistana bakur ne îro û ne sibe û ne jî dusib tu mafekî bi dest naxe.
Tirk bi giştî û Erdogan bi taybetî  ne xwedî peyman û ne jî  xwedî wijdanin hema ku bigihêjin armanca xwe ya ji vê projeyê, wê dev jê berdin û xera dikin, di derbarê çîroka hebûna garantorê de jî, ev yek gelek pêkenoke, ez li vir Serok Barzanî biçûk  nakim, lê ez hişyariyê didim xerabî û xiyaneta tirkan, ku rêzê li Soz û peymanan nagirin.
Tirkiye Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Rûsya dixapîne û her Aliyê ku bi wê re peyman îmze dike xiyanetê bi wî dike, di vê biwarê de divê kurd ji serbûriyên berê hînbibin, di Sala 2015an de Erdogan bi xwe bi PKK re ket nava diyalogê û dema ku gihişt armancên xwe, şer kişand  ser Kurdistana bakur û Kurdistana başûr, piştre êrîşî Kurdistana  rojava kir, û armanca Tirkî a yekem û a dawîn kir nehêlana Netewa Kurdî.
pêwîste ku PKK ji bo danîna Çekên xwe pelû nebe, taku Tiştekî bê qelen nede Enqera, li şûna ku Çekên xwe bavêjin bila herdû Alî agirbestekê ragihînin, ji bo danûsitendinê di navbira Trkan û  PKK de – eger ku danûsitendin bi rastî hebin –  tê zanîn  ku Çek Faktora bihêz a bitenha di destê PKK de heye, vêca ku  PKK ji bo Tirkan Çekê xwe miftî belaş deyne, an ku  ji bo Oçalan ji Girtîgeha Îmralî  biguhêzin Zindana li malê (girtina li malê) têwate wê  PKK Faktora han ji destxwe berdide, tev ku Çek Kerta bihêztir ji bo danûsitendina aştyane bi Tirkan re.
Tirkî di Kirîzek siyasî-abûrî zor xerab de ye, herweha Erdogan û Partiya xwe jî di rewşek xerab dene, loma ew dixwazin helwestên Kurdan qezenc bikin da ku di rêka wan re Ecndên xwe derbas bikin û li Gor daxwza Hikumeta Erdogan  Yasa biguhêrin û hilbijartinên hetû qezenc bikin, şûn de Kurdan bixapînin û ji nu ve dîsa dest bi şer  bike.
dibêjin Enqera siyaseta xwe derbarê Kurdan re dide guhertin têwate Hikumeta Tirkan bi ser Kurdan de vedibe, lê mezintirîn û rûnîtirîn belge ê ku derewên Tirkî û Erdogan diyardikin ewe  ku Pêngavek biçûk bi hêla Kurdan ve navêjin taku baweriyê di navbira wan û xwe de peyda bikin, Tirk ji Alîkî ve behsa Aşîtiyê dike (Aşîtiya şermezarkirin û xapandinê)  û ji Alîyê din ve Serokê Şaredariyan yên Kurd ji kardûdixin û li şûna wan Qeyûman bicîdikin, û her Roj  êrîşên hovane dirinde dikşînin ser Kurdistana bakur û a başur, ev ji bilî Şerê vekirî hovane ê ku Tirkî ji 2015an de ta Îro Roj dikşîne ser Kurdastana rojava, her Roj em hemî dibhîzin dibînin çawa Tirk Xelkên me li Kobanê Girê sipî û Bendava Tişrîn dikuje.
ê ku Aşityê dixwaze bi Firok Tank û Topan Mala Te bi ser Serê Zarokên Te de ê bêguneh û ewle wêran nake, û ji hemî Hêlê Cîhanê Tîrorîst û Pêxwzan  kom nake ji bo Serê Te bibirin, Tirkî doza Aşîtiyê dike û di heman Demê de hezdike ku Kurdistana rojava ji kok de jêbibe.
ez dûbare dikim Serok Mesud Barzanî Rêberekî gewre û payebilinde lê Tirk rêzgirtinê nadin Serokên cîhanî da ku rêzgirtinê ji bo Serokên dîtir bigrin, pêwîste ku PKK niyazê Tirkan biteqilîne, li dewsa ku Çekên xwe bavêje bila doza agirbest bike, Tirk bi xiyanet û bêbextiyê  navdarin, ez dizanim ku Lîderên PKK  ji me hemiyan bitir bi dek dolabê fêlbazîya Tirkan dizanin, li ser asta cîhanê têzanîn Dema ku Tirk behsa Aşitîyê bike Ti ji bo şer xwe amede bike

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…

peyv û helbest:Ehmed Tahir
Amadekar song:Alan Tahir

Li pêş me tev xefk û davin
Sed partî ne,hezar navin
Di nav wan de em winda ne
Piratîkê hemû xavin
****
Navê qelew,mal wêran e
Barê kurdan pir giran e
Çep û rastê me xet berdan
Em bûn lîstoka nezan e
****
Çend kursiyê pûç û rizî
Mafê kurdan hate dizî
Fen û pilan û pîlan e
Nan…