Helbest u pexşan

Siwarê Bê..

Firyal Hemîd

Mêvana xewne şeva min îro çîroka xwe bi derengî destpêdikir;

hebû tunebû

hebû siwarê Bê, bi qerpalin rizayî û çaroxe ke jihevketî,

li hespê şevê siwar dibû, berê xwe dida

warê li şûn siwaran mayî, li wê qada şerî.

Li xwe fitilî û li xwe gerya, ji bêhna xwînê dîn bû,, vîze vîza wî bêtir dibû.

nedikarîbû raweste nejî bazde.

 Qerpalên li tena wî bi xwînê ve diman û jê nedihatin berdan.

 Çaroxa wî ji lingan bazda û xwe li şiveqê girt.

 Wî ji xwînê heznedikir , nejî tehmûldikir..

Ba jî dikare perçe bibe !

ma te dizanibû ?

Çavên min ji xilmaşiyê tirsiyan û zerdoq li şeveqê nerîn.

                                        2.10.2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Sînorê Koçkirinê

Rewan Oso Li ber sînorê koçkirinê di bin tirsa çûyîna bê veger de, dayîkên Kobanî hêsirên xwe û zarokên piçûk yên ko…