Helbest u Vidyo

Sînema Amûdê

Burhan Hisso.

 

ji çeman bipirse

ji ewrên di ser tere dibuhurin

ji çûkên ku ji ber te nafirrin

ji Bê

Ji silavên serê sibê

Ji Minarê

ji sermê

ji berfê

ji kortikên avê

ku zarokan birînên xwe

têde vedmirandin

ji yara dibê ezê bêm

diçe buhara qefla mirinê

diçe SINEMÊ

û nayê

bipirse ji ŞERMOLA

ji keserên di bin ax a te de veşirtî

ji ax a teyî cêwiyê rondikên dayikan

ji kirasên ji maçên xortan

ji tinge tinga serê gopalên kalan

di axa sibehên te de

ji qutikê pîran

ji morîkên bûkan

ji bêna Nên

ji dêm genimên bi zîwan

ji yara dibê ezê bêm

diçe buhara qefla mirinê

diçe SINEMÊ

û nayê..!!

Amûdêêê .

12.11.024

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Stema xwînmij

Ezîz Xemcivîn Bi dilê te re çavê kesera min şiyar e! Dema bi bihna te bihna xwe dikêşîne. Rewanê te li xwe…