Nerîna Dr. Ibrahîm ê Mehmȗd li ser Dosiys rewşa kurdên Sûriyê

Xwișik ȗ Birayên Hêja, birêvebirên malpera „Welatê Me“!

Pêș hemȗ tiștî sipas jibo vekirina Dosiya „Berhevkirina dîtin ȗ nerînan li ser pașeroja Sȗriyê ȗ ҫareseriya rewșa kurdan?! Raste we Dawet-Name jibo beșdariyê ji min re neșandiye jî, lê ligorî têbîniya we: „ ku herkes dikare dîtinên xwe bișênê“ loma min jî weke kurdekî xewmxwirê welatê xwe, ku zêdetir ji 30 î salî xebat di nav tevgera kurdî de  (Partiya ҫep a ku piștire navê wê bȗ Partiya Hevgirtina gelê Kurd li Sȗriyê; bi taybetî li derveyî welat ȗ di avakirina hevbendî ȗ HEVKARI yên kurdî de- Ji 10 salan ȗ bivirde serbixwe me; karê rêxistinî nakim?!!) kiriye, biriyar da dîtna xwe bi zimanê xwe ji we re bișênim, bi hêviya belavkirinê, da ku ҫend kes bixwênin ȗ li ber ҫavan bigrin!:

1- li ser Pirsa „Yekîtî“ ȗ li „Hevhatina“ Kurdan, êdî mirov șerm dikê bas bikê?! Jiber tu kesî berî kurdan basa giringiya „Hevgirtin“ U „yekîtiya Neteweyî“ ne kirîye; Ez tenê Malikekê ji Gotinên Ronakbîr ȗ Filosofê kurdî yê mezin Ahmed ê Xanî bi bîr bênim, bi hêviya bi cedî ȗ berpirsiyaretî li ser rawestin; lewra derma ȗ ҫareserî di vê pirsgirêkê de ye:

Ger dê hebiwa me îtîfaqek                                              گەر دێ ھەبوا مە ئیتیفاقەک     

Vêkra bikra me înqiyadek                                                  ڤێگرا بکرا مە ئینقیادەک            

 Rum û Ereb û Ecem temamî                                   روم و عەرەب و عەجەم تەمامی 

Hemiya ji me re dikir xulamî                                         ھەمیا ژ مە ره دکر غولامی  

Tekmîl dikir me dîn û dewlet                                    تەکمیل دکر مە دین و دەولەت

Tehsîl dikir me îlm û hîkmet                                     تەحلیل دکر مە عیلم و حیکمەت

2- Ez hêvî dikim, ku her kurdekî dîroka xwe dizane, xema welatê xwe dixwe ȗ dilsozê rizgariya Neteweyî ye, xwe ji daxwaz ȗ gotinên „siyasî“ ne zelal ȗ xom-xomandî rizgar bikê; jiber di mêjî ȗ henavê her kurdekî dilsoz de, daxwaza rizgariya netewyî ȗ serxwebȗnê heye; jiber wê ȗ bi dîtina min, pêwiste em hemȗ bi zȗtirîn wext ȗ bê tirs  daxwaz bikin:

A- Sȗrî ji 2 Newtweyên serekî: Ereb ȗ Kurdan pêk tê.

B- Parҫek ji welatê kurdan ne bi vîna me, ketiye nav sînorê Sȗriyê de ȗ Cografiya wê  ji Dêrikê ȗ hetanî Efrînê bê destnîșan kirin ȗ li ser bingeha wê, Fêdêraliya Neteweyî bi hemȗ wate ȗ mafên xwe ve, bê avakirin ê.

C- Rêzgirtin ȗ parastina hemȗ mafên miletên ku li ser axa me ȗ bi mere dijîn.

D- Hêvî ȗ sedcar hêvî, pirsa kurdên Êzdî ji pirsa giștî a kurdan cuda nekin; em yek netewe ne; dujmin ȗ nezanan hertim xwestine me weku 2 netewan bidin nasîn?! Mafên olî ȗ yên netewyî cuda ne!

3- Rawestana șerê ragihandinê, hev kêmkirin, tawanbarî ȗ reswekirinê di nav hêzên kurdî de. Ev serdem a li hevȗdu guhdarkirin, têgehêștin ȗ qedirzanîna hev e!! Dem hatiye, ku gelek kes pêwiste êdî berjewendiyên neteweyî di ser yên xweyî șexsî, Malbatî ȗ hizbayetî re bigrin!   

4- Li darxistina Kongiryekî netewyî giștî ȗ bi zutirîn wext, jibo hȗnandina yekrêzî ȗ yekdaxwaz! Ma ne ecêbe, em banga kongireyekî sȗrî yê giștî jibo giftȗgoyan dikin, lê jibo xwe hewilên cedî nadin?! Ma ne ecêb ȗ șerme, ku îro ne tenê hêzên kurdî, belê her weha hêzên derve jî ȗ bi navê „Dostan“ dawa yekîtiyê li me dikin ȗ hewildidin me li hev pênin?!! Lê em wê jî nakin!

5- Damezirandin, bi hevre karkirin ȗ bi hêzkirina Ragihandina Neteweyî, jibo nîșandana hevgirtin ȗ rêkxistina yekdengiya daxwazan ȗ bi zimanên cuda.

6- Bi hêzkirina xebata li derveyî welat, bi taybetî a siyasî-dîplomasî, civakî ȗ perwerdeya nifșên nȗ li ser bingeha ji hevedȗ hezkirin ȗ qedirzanînê.

Jibo vê yekê, dîtin ȗ xewna min ji mêjve eve: Li hevudu guhdarkirin, li hevudu têgehêștin, qedrê hevudu girtin, bi taybetî li ber dostan ȗ li hemberî dujminan.. Ez vê derfetê bi dest tênim ȗ pirr bi nefispiҫȗkê jibo hemȗ kurdên li Elemaniya dibêjim: Heger em rast dibêjin ȗ li hevhatinê dixwazin; werin em hemȗ bi dilekî safî ȗ dȗr li berjewendiyên ȘEXSI ȗ HIZBI li hev bicivin ȗ li ser daxwazên bingehîn li hev bikin, da ku em bibine nemȗne ji yên welat re! Berê hatiye gotin: „ Șam dȗre, ma mișar jî dȗre?“

Têbînî: Xwendevanên rêzdar, li gorî tecrubeya min di nav xebata hêzên me de, ku sedcar mixabin em zȗ bi zȗ, bê bingeh ȗ bêyî ku em hev nas bikin, hevudu tuhmetbar dikin, jiberwê, ez vê daxwazê ji we dikim:

 ji kerema xwe kesek, min tuhmetbar nekê: ku hineka ji min re gotiye van gotinan binvîse, yan hineka pere dane min jibo vê nivîsê, yan jî ez li pey navekî ȗ berjewendiyekî taybet digerim… Min tenê xwest ҫend bîr ȗ baweriyên xwe bi we re parve bikim ȗ êș ȗ kulên ku bi salan di hinav ȗ mêjiyên min de, weke yên ku, bi gelek kesan re civiyane, bênim ziman!

Jibo her têbîniyekî, rexneyekî yan jî gazindeyekî; dil ȗ mêjiyê min vekirî ye! Ev jî E-Maila mine: dr.mahmood@gmx.de

Bêgoman min jbîr nekirîye, ku pêșiyên me gotine: „ Ê ne li șer e, Șêr e!“

Dr. Ibrahîm ê Mehmȗd

Elemaniya- Bonn

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…