Nûçe

Nameyeke vekirî ji malbatên revandiyên Kurd bo Emerîka, Ferensa û Hevpeymaniya Navdewletî

Birêz nûnerê Emerîka
Birêz nûnerê Ferensa
Birêz nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî
Silav û rêz
Di destpêkê de, em hewlên we ji bo yekrêziya siyasî ya Kurdî li Sûriyê bilind dinerxînin, û em vê nameyê di derbarê kesûkarên xwe yên wendakirî di zindanên QSDê de arasteyî we dikin.
Birêzino,
Hîn çarenivîsa kesûkarên me di zindanên QSDê de, ji dema revandina wan ve û ta niha, ne diyar e.
Birêzino,
Em bangê li we dikin da ku fişarê li ser fermandariya QSDê bikin, ji bo diyarkirina çarenivîsa kesûkarên me yên wendakirî di zindanên wê de, em wan bibînin û çavdêriya tendirustiya wan bikin her weha parêzeran ji bo wan destnîşan bikin.
Her weha em QSDê weke berpirs di ber jiyan û selametiya kesûkarên xwe yên wendakirî de li cem wan bi nav dikin.
Ev lîsteyeke bi navên wendakiriyan, cih û dema revandina wan e:
Cemîl Umer (13 Tîrmeha 2012an li Qamişlo)
Behzad Dorsin (24 Cotmeha 2012an li Dêrikê)
Nîdal Osman (24 Cotmeha 2012an li Dêrikê)
Ehmed Sîdo (10 Êlûna 2013an li Efrînê)
Idrîs Elo (8 Mijdara 2013an li Efrînê)
Emîr Hamid (11 Berçileya 2014an li Dirbêsiyê)
Fûad Ibrahîm (24 Adara 2017an li Dêrikê)
Serbarî 8 efserên Kurd û rênîşanderê wan yê sivîl ku 16 Nîsana 2013an li Qamişlo hatine revandin:
Emîd Mihemed Xelîl Elî – Eqîd Mihemed Heysem – Eqîd Mihemed Oso – Eqîd Mihemee Gule Xeyrî – Muqedem Şewqî Osman – Raîd Behzad Ne’so – Neqîb Hisên Bekir – Mulazimê yekem Ednan Berazî – Rênîşanderê sivîl Ragib Mihemed.
Sipas
Malbatên revandiyên Kurd
28ê Berçileya 2024an

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din