Helbest u Vidyo

Kaxurê!

Şêrîn Ebdo

We çend sîwan ji dagîrkeriya xwe re vegirtine,

we çend stû bi benê hovîtiyê li sêdarê dane,

lê hûn nikarin li ber dengê Êvaya berxwedêr serê xwe hildin!

Li ber baxçeyê geşbîniyê,

hûn nikarin hizira mêbûnê vemirînin..

we çiqas şev di tarîtiyê de noq kirine,

we çend sibeh li bin hetavê şewtandine,

lê hûn nikarin gotinê ji zimanê evîniyê birevînin!

Hûn nikarin Kaxurê ji kîna xwe re bikin hêlîn,

hûn nikarin hawara Êvaya berxwedêr birawestînin..

16.09.2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Vexwendina Mihrecana Helbesta Kurdî

Komîta Mihrecana Helbesta Kurdî û Komeleya Wolfsburg ya Çandeya Kurdî Heweyên hêja vedixwînin ji bo Mehrrecana helbesta Kurdî. Li hola komeleya Wolfsburgê…