Helbest u pexşan

HINDÎ JI TE

Pêşeroj Cewherî

Hindî ji te hiz dikim ez

Newêrim nav li te bikim

Ger bibim çemê evînê

Navêm bê te biherikim

Keder û ken du navên te

Bi herdu hêma hisretim

Bêje nîne ji pesnê te

Nizanim çi pey te ketim

  keçika hinav û dila

Kedera búye dilberî

Perî ji bejna şerm dikin

Te por berdaye  bajarî

Bo  rúmeta evîndara

Dilo hêdî hêdî  bigrî

Ji bed bextî û derdara

Hemî rê búne bê derî

Delal  û  evîna  dila

 Xeyala  jiyane  yarê

Eger buhar bê te were

Ezë çibkim ji  buharê

Bi   axive   şërîna  min

Çi rêgirin em bibin yar

Kuştî me te ji bêdengî

Ketim rewşa memê hejar

...24 - 12 - 2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…

Kobanî

Helbest: Rewan Oso Kobanî, dîtina te tevdana birînan e, Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e… Dema herikîna hêsiran, Xak…