Helbest u pexşan

Gazina min

Şîlan Doskî

Dema awirên te,

hest tepeserkirin,

rondik berî li ser milê şevê bibarin,

di çavên min da kirin tilov!

Tîrek ji kevanê peyman Lozanê,

wijdana min nîşan dike…

Bêhna nakokiyê, ji axa min tê!!!!

Ev êşa kevn,

dil diêşîne Kulîlkên rêsilîn,

bi kîmya siyaseta xwe, rêsirandin….

Rengek ji rûyê vê deştê, ketiye…

Duh ev xak baxçeyek tije ronahî bû,

evro, wêran, bêdeng û bi jan e….

Dûrî yekparçebûna axa Kurdan e…
Ev jana bi girî, dengê bêdengiya dil e….

Her dilopek, çîrokek nîvco ye..

Carinan, mîna baranê, nerm û sivik

carinan, mîna bahozekê,

şikestî li ser kela dil, dibare…

Carinan, li mişextiyê, janeka penaber e..

Carinan di himêza evînê de,

bêkes e,

bê bask e,

Gazina min, êşa ku ne hatiye hestkirin e…

Evro û her spêde bi ronahiya çavên te

rêya xwenên xwe dibînim

Rojavayê Kurdistana min….

15.03.2025

Şîlan Doskî

……………………………………………………..
Tilov: Dindikên berfê yên pan û bi hev re
Rêsilîn: Nazdarbûn
Rêsirandin: Lawazkirin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…

Kobanî

Helbest: Rewan Oso Kobanî, dîtina te tevdana birînan e, Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e… Dema herikîna hêsiran, Xak…