Rêwî Bi Karwan e

Ev helbest Diyarî ji Mamosta; Konê Reş re.

Ciwanê Abdal

Rêwiyo ..!
Ez karwan im
Xweş dimeş im
Narawistim li kendal û li newala
Balindê min bilind difire
Venaxwe ji cihok û gola
Dimeşim li pêş xwe
Li dû xwe venagerim hola.
Rêwiyo ..
Karwanê min bi rê keti ye
Xunc û çîçek vebûne li gula
Stêra min hilati ye
Li şeva reş diçêre
Ji dilê min derhati ye
Seh direyin
Tozê dimijin
Ya ji şopa min elor bûye.

Rêwiyo ..
Qebqeba mine
Karwan bi rê de dere
Konê-çardeh stûnî pêre
Û ez
Stêra geşim û xweş dimeş im
Û
şîrê spî meyaye
Destê min bi heyvane
Barê min
Tev hêvî û xwezî yê pêşerojê ne
Tev êş û derdê rojan ne
Yê hatine dotin
Ji evîna yar û welat û gel
Lê belê
Ez hêviyan li dila diçîn im
Barbanga heşîn
bi barana evînê re tîn im
Û gurzek gul didim destê evîndara
êş û derda ji xwe re dihêlim
De bihêre destarê demê
Ev dil liber teye dîgar
Bi lepê hevrmêşî dipêçim ..

Rêwiyo ..
Dilê min li-yane
Ez karwan im
Bi Konê Reş im
Reşim bi sê rengan
Kesk û sor û zer im
Û li barbanga nêzîk dimeş im.
Gotinê min geşin
û pêgên min rewşin
Li hespê demê diqelêş im.
Geh bi lîrandin
Û geh bi lorandin
De bitewîne
Ta bigihêm aso yê keskesorê.

Rêwiyo ..
Dilê min li-yane
Birîndarim bi sê caran
Yek ji hêla yar ve
Yek ji hayê heval ve
Yadî. dem û çerxa feleka lal ve. 

 

20. 05. 2006

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…