Helbest u pexşan

Hisaban Me Dixazin

Seyid Feysel Moctevî

Tûfane gelo rabe nehengan medixazin
Cavê ne xevê mayî,uqaban me dixazin

Bîna be ilûma teze da bibye nehengek
Dayim nezerê nûne,hisaban me dixazin

Ser bînederê befri teva bûye cihanê
Rabe ji girînê def û sazan me dixazin

Salane bi jengê de dice lûla tivingê

Gulkê bike lûla vê gulistan me dixazin
Gul avê dixaze bidê da bibte gulistan
Gel mêjwe birîdre hekîman me dixazin

Gel talibê şer nîne nebû nabe tocaran
Rengîne bi xûnê gel û tavan me dixazin

Ber bane û tûfanê de sulhê dimeşînin
Lev dîde[1]evezbû  binemayan me dixazin

Xûna meye ser berde rijî ber kire risva
Danaye bi meirez ji dikana me dixazin

Îro sened û medrek û hikmin li cihanê
Bo rûreşiya gurgê biyaban[2]me dixazin

Rêka me webû roj ji mere hate semayê
Pîrê heremê[3]rayi cevanan me dixazin

Şayiseye behrê re nehengê xwe bişînin
Seyyid ne meger bêgunehîyan me dixazin

Sine 2007-10-27
Helbest : Xezel
Wezn : Mefûl Mefaîlo Mefaîlo Feûlon
Behr : Mezec Mosemenê Exerbê Mekfûfê Mehzûf

—-

[1]  nezer

[2]  çolê

[3]  Eqlmendên mezin

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…