** divabû hikûmeta turkî û berpirsên turkan şêwekî din bibînin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê , û şêweyê din ku ez dibînim ewe ku pêwîste riyên diyalogê werin vekirin bi tevgera kurdî re li turkiye û her wiha PKK jî dinavde , ev çareserkirina bi aşitî ew bi tenê wê aştî û ewlekariya turkiyê bide parastin , lê belê gef û êrîşên leşkerî êdî bûne siyasetek kilasîkî û Kevin û tu dost û hevalên wê nemane li cîhanê , û gift û goya ku dibe derbara êrîşberdana turkan li ser kurdistana îraqê , û erêkirina perlemanê wan li ser vê biryarê ew bi xwe şaşiyeke mezine , û bêgumane ku wê bête pirotisto kirin ji alê hemî hukûmetan û ji alê raya giştî ya cîhanî ve..
* hin kes bawerin ku armanc li pey vê êrîşa turkan ya leşkerî li ser kurdistana îraqê , eger pêk were , ewe ku vê ezmûna kurdî ya bi serkeftî li kurdistana îraqê têkbibin , û xwesteka wan jî ewe ku destkeftiyên miletê kurd li vî herêmî bidin perçiqandin , hûn vê nerînê rast dibînin ?
** belê , ez bawer dikim ku ev bi xwe armanca serekî ye ji tevgera turkan , ji ber ku kêşa fîdralizmê li Kurdistan îraqê kêşeyek girînge , û aciziyek mezin çêdike , û dewletên ku kurd li cem wan hene (turkiye , îran û sûriye) vê ezmûnê dibînin wek xeterk li ser xwe , ji ber ku di tirsin ku kurdên li cem wan jî wan maf û destkeftinên ku birayên wan li Kurdistan îraqê bidest xwe xistine , ew jî mîna wan bixwazin , lewma ev dewlet dixwazin vê ezmûna biserkeftî bidin perçiqandin ji bo ku nebe nimûnek ji kurdê parçên din re jî , êdî ew jî wek vê ezmnê ji xwere bi xwazin , û ez bawernakim ku armanca serekî ji vê pîlanê lêxistina bingehên PKK be , lê turkan çalakiyên PKK kirine behane ji bo vê ezmûna kurdî ya dîmoqratî li kurdistana îraqê bide herivandin , û ji bo berê îraqê ji sîstema wê ya fedralî bide guhertin..
egr rewş wabê , divê li vir ez bêjim ku rezgarkirina Kurdistana turkiyê ji çiyayê Qendîl pêknayê , lê belê ji hundurê kurdistana turkiyê pêk tê , yanî ji çiyayê Ararat û agirî .. û ez hêvîdikim ku biraderên di PKK de vê xalê baş têbigihin , û behane nedin dest turkan û yên dinê ku dest bi êrîşên leşkerî bikin ji ber bê gumane ev êrîş wê zirarek mezin li şûn xwe bihêle , her wiha ez bangewazî hikûmeta îraq û berpirsên kurdan dikim , bi tayebet berêz Celal Talbanî serok komar , û berêz Mesûd Berzanî serokê herêma Kurdistan ku karekî bikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û qutkirina rê li ber hemî destên derve ku dirêjî hundur dibin .
* nerîna sûrî çawa we xwend , ku serokê sûrî Beşar Esed eşkere gotibû dema çûbû serdana tirkiyê vê dawiyê , ku ewî piştgîriya êrîşa leşkerî kir dema got ku mafê turkiya heye li ber xwe bide li dijî tîrora PKK ku ji alê îraq ve tê , li gor ku turk di bêjin ?
** şaşiyek mezin ez di vê nerîna sûrî de di bînim , û daxwiyaniya ku serokê sûrî Beşar Esed belav kiribû ne di ciyê xwe debû û ne dirust bû , û wê were famkirin ku nerînek nîgetîve li dijî kurdên îraqê û li dijî miletê îraqê bi tevayî jî , herwiha çi nerînek piştgîriya êrîşa turkiye bike ew nerîn çewte , bi baweriya min daxwiyaniya serokê sûrî pêwistî jêre nebû .
* tu bawer dike ku ew nerîn hatiye ji bo lêxistina ezmûna kurdî ya serkeftî li kurdistana îraqê , ku navtêdanê dide kurdên parçê din ji bo ew jî doza çareseriyek weha bikin ?
** bê gumane ku ezmûna kurdistana îraqê wê di demek nêzîk de rolekê bi lîze û wê piştgîrbe ji tevgera kurdî re li kurdistana turkiye û îran û sûriye , û wê hêzên şofînî û nijadperest , ku dijatiya jiyana dîmoqratî û azadiya miletan dikin , wê bi çavê tirsê li vê ezmûnê bi nerin , û ev hêz jî di van dewletan de hene , û wê bi hemî hêza xwe karbikin ji bo xerakirina vê ezmûnê da ku neyê guheztin bo welatên wan ..
* serok mam Celal doz li enqera kir ku bîna xwe fereh bike û xwe ragirê , ji PKK jî xwest ku bingehên xwe yên li çiyayê qendîl berdin û vegerin turkiye , lê berêz Mesûd Barzanî ji miletê kurd li herêm xwest ku li ber vê êrîşa turkan bisekine û li ber xwe desthilîne bi hemî karîbûna xwe , hûn çawa vê nerînê di bînin ?
** dûbare dibêjim ku çareserkirina bi aştî , ew baştirîn çareserkirne , û berjewendiya hemî aliyan têde heye , û eger êrîş dest pêbike bêguman wê miletê kurd mezintirên zirar bi bîne , û daxwiyaniyên ku mam Celal belavkiribûn rast û durist bûn , û ji biraderên PKK tê xwestin ku bawernekin wê karibin kurdistana turkiye rizgar bikin ji çiyayê Qendîl , divê herin çiyayê turkiye , ew çiya gelekî başin ji bo şerê çekdarî ku ev partî pê dibake , û bi nerîna min divê turkiye li çareserkirinek dîmoqratî bigere ji bo pirsgirêka kurdî li cem xwe , berî ku berê xwe bide şêweyên leşkerî .
pirsgirêkên miletan êdî nema bi çek û şer çareser dibin , û ta niha ji miletê kurd pêve kes nemaye bêpar ji mafên xwe yên netewî di vê cîhanê de , lewma divê Enqere bikeve diyalogên kur de bi tevger û kesên kurd re yên li kurdistana îraqê , û bi kurdên li turkiya jî tevlî PKK ku ew jî êdî wê bibe beşek ji çareserkirinê ne ji piroblemê , û bi gumana min kurd li turkiye daxwaza mafên giran nakin , û li ser roniya zordestiya ku hatiye meşandin li dijî wan di qûnaxên bûrî de , wê razîbibin bi hindiktirîn destkeftin , û ezmûnên turkiye yên tal hene ji ber ku her xwestiye bighe çareseriyekê bi şêweyê leşkerî û her ew jî bi serneketiye .
* tu ji PKK dixwaze ku ji bingehên xwe li çiyayê Qendîl derkevin , lê li gor nerîna eydiyolîcî ya PKK : Kurdistan yek parçeye lê di nav çend dewletan de hatiye parvekirin ?
** ez li dijî vê nerînê me , ji ku bi dîtina min ew nerînek xeyaliye , û ne li gor rewşên herêmî û yên navdewletî ne , û bi tu awa piştgîriyê ji kesekî nabîne , û ji mafê desthilata îraqê ye ku îraqa gênc biparêze ji hemî pîlanên ku dixwazin ewlekariya wê têkbibin , û her weha hikûmeta kurdistana îraqê jî mafê wê heye ku tiştê pêwist bikedi vî warî de , û hevalên PKK dive li ber nazikbûna vê rewşê bisekinin û ji kurdistana îraqê derkevin da ku ew jî nekeve ber xeterî de , û behanê ji dest turkan bikşînin , û ji vê bêtir ez bawerdikim ku îro bêdengî ne gurkirin ji PKK tê xwestin , ji ber ku mana Receb Teyib Erdogan ji bercewendiya kurdaye , ji ber ku leşker jê hesnake , û rabûna PKK bi operesiyonên çekdarî li turkiye nerîna Erdogan qels dike ku dixwaze rola leşker teng bike , hikûmeta Erdogan ji yên din çêtire di derbara dan û sitandinê de bi kêşa kurdîre li turkiye , û ew amadeye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî , ji ber vê yekê pêwîste rê were dan ji van hêviyan re da ku Erdogan xwe ne avêje hembêza leşker ..
* berî çend rojan bîranîna salane ya hejmartina awarte ku li herêma Cezîrê di 1962 an de pêkhatiye , û li gor vî pirojeyî bi hezaran kurdên sûrî ji nasnama wan bê par man , û serokê sûrî Beşar Esed di gotina sûnd danê de li miha tîrmeha bûrî de , di perleman de soz dabû vê kêşê çareser bike , gelo tu gavên pirktîkî di vî warî de hatine avêtin ?
** ji ber ku ez dinav tevgerê de me ji dema destpêka wê ve di sala 1957 an de , min dehan car ji berpirsên sûrî bihîstiye ku hindik maye ku çareserkirina kêşa nasnamê bi dawî bînin , lê mixabin ew soz pêk nehatin ta îro , lewma ez nema bawerim bi pêkanîna tu sozan di vî warî de , û min ev baweriya xwe guhezt ji Necah Etar re (cîgira serok komar ya karê rewşenbîrî), min ji wêre got : (em nema baweriyê bi van sozan tînin ji ber ku nayin bicîkirin , hêvîdikim ku hûn karekî bikin eger piçûk be jî , ji bû ku bawerî bi we were ..) , ji vê zêdetir jî diyare ku ji dema mirna Haviz Esed ve şûndevegerk heye di nerîna desthilata sûrîde beramberî kêşa kurdî , vaye çend buyerên nigetîv mîna buyerên 12 .3.2007 li qamişlo , û kuştina Şêx Maşûq Xiznewî , û nakûkiyên ku vê dawiyê li dêrikê gihşibûn xwînrijandinê di navbera kurd û fila de .. evan buyeran sere kurdan dixwest , tevî ku seranserê 30 salî ji hukmê rehmetiyê Haviz Esed herêmên kurdî li sûrî buyerên wek van xerab nedîtine , hêvîdarin ku desthilat nerînek pozetîf ji kurdên sûrî bigre , û dev ji siyasatên şovînî berde ku ji alî şofîniyan têne meşandin li dijî kurd , ev siyaset qet xizmeta sûriya nakin , lê belê zirarê digihînin yekîtiya niştimanî sûrî .
kurd parçek ji vî welatîne û di ve li wan bi nerînek wekhev bi nerin beramber xelkên vî welatî yên din ,û li mafên wan jî bi nerînek mirovayetî û niştimanî adil bi nerin , û dûrî hemî rengê zilim û zorê..
* têgotin ku nerînek heye ji bo cîbicîkirina çend êlên ereb di herêma dêrikê ya kurd de li bakurî rojavayê sûrî , çi rastiya vê gotinê ye , û çi nerîna weye ?
** tiştê ku tê gotin raste , û biryar jî di vî warî de hatine sitandin lê ta niha nehatine cî bi cîkirin , em ji hukûmeta sûrî hêvîdikin ku ku vê gave ne avêje , ji ber ku wê bi be mayinek wê bi teqe di nav millet de li cezîra sûrî ji kurd û ereb asûrî .. û yên dibin .
* wek tevgera kurdî li sûriya , we çi kiriye da ku weke vî pirojeyî neçe serî ?
** di dest mede tenê pirotistokirin heye , me dezgehên dewletê yên asayî û opozisyon tev agahdar kirine bi zerera ku ev piroje wê lid û xwe bihêle û me ev siyaset tazikiriye , ji ber ku ev piroje naye naskirin tenê nijadperestiye û dive were pirotistokirin , û desthilat jî divê jidev berde û nema di cîbicîkirina wî fikire ..
Wergerandin ji Erebî : Elî Şemdîn