Helbest u pexşan

Şeva tarî

 Wenda Şêxo   

Bihna hezarên helbestan
Tîbûna qamişlo naşkînin
Û hezarê dîtir
Di xwîna minde tevdigerin
Û birîna derman nakin….
Kerba ku hat
Serdana nivîna min
Di şeveke tarî û dijwarde
Hez û bihriyê ku li balgiha min didan
Êş û arazê min tev radikirin….
Ez bi tenê bûm
Li ber bahozê
Şax guliyêmin dişkestin
Şeveng hatemin
Geh dikenim
Û geh di barim
Bi hêz û ser bilindî….
Wê kî van birînan derman bikin?
Ji hêrîşên hovane
Ku di tariya şevêde
Diyar dibin….
Ji vî temenê mina leylanê
Di reve
Û ji rise giyanê min
Serxweşdibe
Di vemana şahî û xweşiyande….

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…